Hesen Biro: Sedema nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de Idlib e

Parêzer û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekitî) dibîne ku têkçûna Tirkiyê di pêkanîna daxwaza Rûsyayê li Idlibê de dê bibe sedema nakokiyan di navbera Rûsya û Tirkiyê de.

Gelek nîşaneyên zêdebûna nakokiyan di navbera Rûsya û dagirkeriya Tirk de li ser bajarê Idlibê  derketin holê. Di encamê de Rûsya û rejîma Sûriyê êrîşên xwe li ser çeteyên Tirk li “herêma kêmkirina şer” zêde kirin û Tirkiyê jî desteka xwe ji bo çeteyên Cebhet El-Nusra dewam dike.

Têkildarî mijarê parêzer û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekitî) li herêma Serêkaniyê Hesen Biro ji ajansa me re axivî.

Hesen Biro di destpêka axaftina xwe de got şerê ku niha li bajarê Idlibê rû dide, şerekî di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de ye û xwe dispêre gelek sedeman û wiha dewam kir: “Yek ji sedemên girîng, nelihevkirina dewletên garantor wekî Tirkiye û Rûsyayê li ser herêmên ku noqteyên çavdêrî lê ava kirin, ya duyemîn jî komên çete yên radîkal ku di bin gelek navan de kar dikin û ji wan çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û Cebhe El-Weteniye daxwazên dewletên garantor red kirin.”

Binpêkirin dê Rûsya û Tirkiyê bînin hember hev

Biro diyar kir ku eger lihevhatina di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de bê binpêkirin dê li herêma di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên rejîmê de şer gur bibe, dibe ku veguhere pevçûneke di navbera Rûsya û Tirkiyê de jî.

Biro da da zanîn ku sedema nakokiyên der barê Idlibê de ew e ku hêzên mezin der barê dosyaya Sûriyê de li hev nekiriye û got: "Em dikarin bibêjin ku lihevhatina Astanayê hilweşiya, ji ber ku Tirkiyê nekarî çeteyên girêdayî xwe kontrol bike.”

Tirkiye komên çete ji bo bazarên siyasî bi kar tîne

Biro her wiha da zanîn ku Tirkiye çeteyan ji bo plan û bazarên xwe yên li herêmê û Sûriyê bi kar tîne û wiha pê de çû: "Tirkiye wan ji bo gelek sedeman bi kar tîne; yek jê dixwaze moşekên S-400 bistîne û wê mijarê li dijî Amerîkayê bi kar bîne. Dixwaze bi hevpeymana navdewletî re der barê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bazarê bike û di demên pêş de xalên çavdêriyê li wir ava bike û destên xwe dirêjî herêmê bike."

Biro diyar kir ku berdêla van şer û nakokiyan gelên Sûriyê didin.

Parêzer û endamê rêxistina Serêkaniyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Hesen Biro di dawiya axaftina xwe de daxwaz kir ku aloziya Sûriyê li gorî biryarên navdewletî bê çareserkirin, bi taybet biryarên 58-22 û makezagona (destûr) nû ya Sûriyê bê sazkirin, hilbijartinên azad bêne lidarxistin. Her wiha xwest ku diyaloga Sûrî-Sûrî bê pêşxistin ku hemû welatiyên Sûriyê li ser yek maseyê bêne gel hev û li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê aloziyê çareser bikin.

(kn)

ANHA


Mijarên Din