Hesen Koçer: Rejîm û muxalefet temenê aloziyê dirêj dikin

Hesen Koçer destnîşan kir ku îsrara rejîmê di helwesta xwe de û tinebûna nêrîneke durist ji aliyê muxalefetê ve temenê aloziya Sûriyê dirêj kir. Her wiha diyar kir ku armanca Erdogan a destekdayîna terorê serkeftinên Osmaniyan zindî bike.

Meclisa Navçeya Eyn Îsayê ji bo nirxandina rewşa siyasî û rêxistinî civîneke li dar xist. Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebd, Rêveberê PYD‘ Hesen Koçer û endamên meclisa navçeyê di civînê de hazir bûn.

Civîn bi deqeya bîranîna şehîdan dest pê kir. Paşê Rêveberê PYD‘ê Hesen Koçer dest bi nirxandinên siyasî kir. Koçer serkeftinên QSD‘ê li dijî DAIŞ‘ê silav kir û anî ziman ku şerê li dijî terorê di qonaxa xwe ya duyemîn de bi tinekirina şaneyên veşartî û rakirina fikrê tundraw berdewam e.

Hesen, bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin biparêzin û ji hewldanên derxistina tevliheviyê hişyar bin.

Koçer di berdewama axaftinên xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên rejîma Sûriyê û got: "Îsrara rejîmê ya di helwesta xwe de û neqebûlkirina nêrînên din, her wiha tinebûna nêrînek durist a ji aliyê muxalefeta Sûriyê ve ya dewletên mêtînger wê bi rêve dibin Sûriyê gihand vê rewşê û temenê aloziyê dirêj kiriye".

Hesen Koçer diyar kir ku Erdogan bi destekdayîna terorîstên li Sûriyeyê re armanc dike ku împratoriya Osmaniyan mezin bike û beşek ji "Cerablus, Efrîn û Babê" tevlî Tirkiyê bike.

Paşê Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebd girêdayî rewşa rêxistinî anî ziman ku divê rola komînan were aktîv kirin û wekî bingeha sereke ya avakirina civakeke demokratîk bi nav kir.

Her wiha bang li hemû rêveber û komîteyan kir ku xizmeteke hîn baştir pêşkêşî welatiyan bikin.

Piştî jî daxwaz û giliyên gel guhdar kirin. Beşdaran xwestin ku destekê bidin warên çandiniyê û pombên ava vexwarinê nû bikin.

Hemîd El-Ebd di dawiya civînê de anî ziman ku meclisê kantonê  ji giliyên welatiyan re vekiriye û dê hewl bide çareser bike.

ANHA


Mijarên Din