​​​​​​​Hesen Mihemed Elî: Bêyî MSD`ê çareserkirina aloziya Sûriyê ne  pêkan e

Endamê Desteya Serokatiya MSD`ê Hesen Mihemed Elî daxuyaniyên dawî yên James Jeffrey bi "demkî" bi nav kir û tekez kir ku pêşkêşkirina çareseriya aloziya Sûriyê bêyî beşdarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkneyê.

Beriya çend rojan nûnerê Amerîka yê taybet li Sûriyê James Jeffrey bi daxuyaniyekê, hêzên Amerîkayê jî di nav de bang li hemû hêzên biyanî kir ku ji Sûriyê derkevin. Jeffrey di daxuyaniya xwe de got ku tenê Rusya dikare li Suriyê bimîne.

Heya niha di der barê vê daxuyaniyên Jeffrey de gelek analîz hatin kirin. Çavdêr li ser wê yekê li hev dikin ku daxuyaniya Jeffrey encama lihevkirinên Rûsya-Amerîkayê ya der barê Sûriyê de û bi taybetî têkildarî girîngiya derxistina Îranê ji Sûriyê, reva dikin.

LIHEVKIRINÊN AMERÎKA-RÛSYAYÊ SALA 2015`AN DEST PÊ KIR

Têkildarî mijarê endamê Desteya Serokatiya MSD`ê Hesen Mihemed Elî di hevpeyvîneke bi ANHA`yê re, wiha got: "Lihevkirina Rûsya-Amerîka li ser derxistina Îranê ji Sûriyê, di çarçoveya lihevkirinên ku 2015`an dest pê kirine de pêk tê, ku li ser parvekirina serweriya li ser hemerên rojhilat û rojavayê Firatê jî li hev kiribûn. Lê belê destwerdana hêzên herêmî wekî Îranê ku li kêleka Rûsyayê ket rojavayê Firatê, ev lihevkirin xirab kir. Îran her wiha xwedî berjewendiyên kevin bi rejîma Sûriyê re bû."

Hesen Mihemed Elî wiha axaftina xwe berdewam kir: " Hebûna Îranê li Sûriyê li nêzî herêmên li ser sînorê bi Îsraîlê, ji aliyê Îsraîlê ve wek metirsiyek tê dîtin. Li ser wê yekê, Îsraîlê gelek caran cihên hêzên Îranê bombebaran kir. Ev yek bi lihevkirineke demkî bi Rûsyayê re pêk hat. Sedema wê jî ewe ku Rûsya li hember derbeyên leşkerî yên Îsraîlê li dijî Îranê, bê deng dima."

DEMA KU HEMÛ PÊKHATE MAFÊN XWE BI DEST BIXIN, ÊDÎ HEBÛNA HÊZÊN BIYANÎ PÊWÎST NAKE

Endamê Desteya Serokatiya MSD`ê destnîşan kir ku dema aloziya Sûriyê çareser bibe û hemû pêkhate mafên xwe bi dest bixin, dê mayîna hêzên biyanî li Sûriyê ne pêwîst be.

Têkildarî heman mijarê, Hesen Mihemed Elî wiha got: "Piştî tunekirina DAIŞ`ê û komên çete ku di lîsteya terorê de ne, dê wê demê dan û standinên siyasî di rewşeke wekî rewşa piştî bidawîbûna şerê cîhanê yê yekemîn, de be."

Hesen Mihemed Elî bi domdarî wiha got: " Piştî bidawîbûna şer dê dan û standinên siyasî bi salan dewam bike. Dê hêzên mezin jî hewl bidin ku berjewendiyên xwe li Sûriyê mayînde bikin. Lewra dê bi hêzên herêmî re bikevin pêşbirkê."

LÊGERÎNÊN ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ DIBE KU PÊKANÎNA QANÛNA QEYSER TALOQ BIKE

Der barê ihtîmalên taloqkirina pêkanîn qanûna Qeyser ku tê payîn ji destpêka Hizêrana bê ve  bikeve meriyetê, Hesen Mihemed Elî wiha daxuyand: "Qanûna Qeyser zexteke aborî ya Amerîka li ser rejîmê ye, da ku guhertinekê çêbike. Heke lihevkirineke Rûsya-Amerîkayê li ser çareseriya aloziya Sûriyê çêbibe, dibe ku bê taloqkirin. Ger rêveberiya hikumeta Sûriyê nêzî çareseriyê bibe ev dê bi awayekî erênî bandor li gel bike ji aliyên aborî û jiyanî ve. Ji ber ku yê herî zêde zirarê ji bilindbûna nirxa dolarê dibîne gel e. Ji ber ku aliyê sereke ku zerarê ji bilindbûna nirxê Dolar dibîne, gel e."

DAXUYANIYÊN JEFFREY DEMKÎ NE Û AMERÎKA XWEDÎ STRATEJIYEKE DEMDIRÊJ E

Endamê Desteya Serokatiya MSD ê di axaftina xwe de behsa stratejiyên Amerîkayê li herêmê kir û wiha got: "Ji sala 1990`î ve, Amerîkayê stratejiyeke demdirêj li herêmê danî. Plana wê ya Rojhilata Navîn a Nû û Rojhilata Navîn a Mezin hebû .Ji bo pêkanîna stratejiya xwe ket nava gelek şeran. Lê belê di nava van stratejiyan de ji bo pêkanîna hin guhertinan li herêmê ku Amerîka pêwîst dibîne, wekî lihevkirina bi hin hêzan re hin tektîkên demkî jî hebûn. Îro jî Sûriye bû navenda hemleya Amerîkayê ya guhertina Rojhilata Navîn."

Mihemed Elî îşaret bi daxuyniyên dawî yên James Jeffrey kir û wiha pê de çû: "Şandina James Jeffrey nameyên ji Rûsyayê re der barê pabendîbûna wê bi peymanên bi rêveberiya hikumeta Sûriyê re, nîşan dide ku Amerîka mayîna Rûsya li Sûriyê piştî bidawîbûna aloziyê qebûl dike, lê bi şertê ku Rûsya piştgiriya çareseriyên bidawîkirina aloziyê bike."

Hesen Miheme Elî da zanîn ku daxuyaniyên Jeffrey wekî hewldaneke bêgunehkirina Amerîkayê ji tewanên li ser hev ên parçekirina Sûriyê, pêk hatin.

PAŞGUHKIRINA HÊZÊN NIŞTÎMANÎ YÊN SÛRIYÊ DÊ ALOZIYA SÛRIYÊ BIDAWÎ NEKE

Têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê bêyî lihevkirina bi hêzên opizsyonê yên li hundirê Sûriyê re, Elî wiha got: "Bêyî hêzên niştîmanî yên Sûriyê, çareserî ne pêkan e. Me şahidiya gelek peymanên navdewletî kir ku ji ber paşguhkirina hêzên sereke yên li ser erdê, têk çûn. Ji ber paşguhkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek peymanên berê têk çûn."

Elî di dewama axaftina xwe de wiha got: "Ev herêm rûbereke mezin ji erdên Sûriyê ne. Ferzkirina biryarên ku bi têvgerên siyasî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Meclisa Sûriya Demokratîk re lihev nayên, dê li herêmê tevlîheviyê zêdetir bike."

NÊRÎNA MSD`Ê KOMKIRINA HÊZÊN SÛRIYÊ JI BO BIDAWÎKIRINA ALOZIYÊ ARMANC KIR

Hesen Mihemed Elî têkildarî nêrîna MSD`ê ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, wiha got: "Ji destpêkê ve, MSD`ê bingehên sereke ku girîng dibîne danîn. A yekê divê diyaloga Sûrî-Sûrî hebe. Lewra ji destpêkê ve me ji bo komkirina hêzên siyasî yên opizsyonê kar kir. Me karîbû gelek hevdîtin û diyalogên li ser asta Sûriyê pêk bînin. Wekî diyaloga Sûrî-Sûrî ku du caran li Eyn Îsa û carekê li Kobanê hat lidarxistin. Armanc ew bû ku nêrîneke hevbeş a hêzên opizsyona Sûriyê ji bo pêşeroja welêt, bê dîtin."

Hesen Mihemed Elî têkildarî nêrîna ji bo çarserkirina aloziya Sûriyê, wiha axivî: "Me bi hêzên opizsyona Sûriyê yên li Ewropayê re werşeyên xebatê li dar xist. Her wiha em amadekariya kongreya Qahîreyê dikin ku dê demeke pêş li darkeve û dê piraniya hêzên opizsyona Sûriyê beşdarê bibin. Di dema borî de jî, me diyalog bi rêveberiya hikumeta Sûriyê re pêk anî, lê belê ji ber dûrketina rejîmê ji çareseriyê em negihîştin encamê."

Endamê Desteya Serokatiya MSD`ê Hesen Mihemed Elî di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk siyaseteke nerm dimeşîne û berê hemû hêzên Sûriyê ber bi çareseriyê ve dide. Her wiha diyar kir ku ew hewl didin desteyên rêveberiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di qadên rêveberiyê, îstiqrarê û azadiyê de ji bo herêmên din ên Sûriyê bikin nimûne.

(cx)

ANHA


Mijarên Din