​​​​​​​Hesen Mihemed Elî: MSD hewl dide kongreyek niştîmanî lidar bixe

Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dûrî ajandeyên derve yên ku alozî girêktir kirin, hewl didin kongreyek niştîmanî ji opozîsyona demokratîk bi tevlibûna tevahiya aliyên opozîsyonê li ser masayekê lidar bixin. Her wiha destnîşan kir ku serhişkiya hikumeta Sûriyê li ser zihniyeta xwe Sûriyê gihand vî halî.

Aloziya Sûriyê didome û girêktir dibe. Piştî salan ji vê aloziyê, Sûriyê derbasî zivirînek nû re derbas dibe, ku nehêsanbşna vedîtina çareseriya ku gelê Sûriyê li bendê ne, nîşan dike.

Di vî warî de Ajansa Nûçeyan a Hawarê hevdîtinek bi endamê serokatiya MSD`ê Hesen Mihemed Elî re çêkir. Elî behsa aloziya Sûriyê û asoyên çareseriyê kir.

Di destpêka hevdîtinê de Hesen Mihemed Elî got: “Aloziya Sûriyê ne ewqas hesan e. Li vê qadê ji ber berjewendiyên navdewletî nakokiyek navdewletî rû da. Li aliyekî Koalîsyona Navdewletî ya ku bi pêşengiya DYA`yê şerê DAIŞ`ê dike. Li aliyekî din Rûsya û aliyên herêmî yên din hene.”

‘MUDEXELEYA DERVE DI SÛRIYÊ DE BI AWAYEKÎ MEZIN ROLEK DI GIRÊKIRINA ALOZIYÊ DE LÎST’

Mihemed Elî domand û got: “Mudexeleya derve di Sûriyê de aloziya wê girêktir kir. Piraniya aliyên navdewletî yên ku berjewendiyên wan li Sûriyê nakok in, qebûl nakin tu aliyek ji wan aliyan pêşeroja Sûriyê kontrol bike. Aliyên navdewletî yên ku di qada Sûriyê de çalak in, rê dan mudexeleyên hêzên herêmî mîna Tirkiyê ji bo ku berjewendiyên xwe biparêzin. Ev jî nîşan dike ku ew alî nikarin bigihêjin lihevkirinekê ku pisûleya Sûriyê ber bi çareseriyê ve bikişînin.”

NÊRÎNA MSD`Ê, BÊ DIYALOG ÇARESERÎ NE PÊKAN E

Derbarê nêrîna Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê Mihemed Elî got: “Divê gelê Sûriyê aloziya xwe çareser bikin (yan jî divê çareseriya aloziya Sûriyê di destê gelê Sûriyê de be) MSD`ê gelek caran ji hikumeta Sûriyê re destnîşan kir ku diyalog bingeha çareseriyê ye. Ji ber ku çareseriyên din ên ku li Sûriyê têne pêkanîn tenê wêranî bi xwe re anîn û gelê wê dan koçberkirin. MSD`ê her tim banga çareseriyê kir a ku encama diyaloga di navbera aliyên siyasî yên cuda de ye. Da ku dozên xwe yên hundirîn çareser bikin. Lê rejîma Sûriyê tenê bi nêrîna menfetê nêzî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe. Hewl dide şertûmercên navdewletî ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Hîna bi zihniyat û fikrê xwe yê berê ve girêdayî ye. Ev fikrê ku bû sedema xwepêşendanên gel ji bo pêkanîna guhertinê.”

‘MSD`Ê NEXŞERÊYA BIDAWÎKIRINA ALOZIYA HEYÎ DANÎN’

Di berdewama hevdîtinê de Mihemed Elî bal kişand ser hewldanên MSD`ê ji bo vedîtina çarçoveyên diyalogê û got: “MSD`ê gelek nexşeryên çareserkirina aloziyê danîn. Li rex pêşniyarên ku pêşkêş kirine. MSD`ê di wan pêşiniyarên xwe de çareseriya ku Sûriyê û gelê wê xilas dike dît. Bi rêya vedîtina çareseriya siyasî me hewl da Sûriyê ji dorpêça heyî xilas bikin.”

Têkildarî berbijarkên çareseriya aloziyê Hesen Mihemed Elî ev tişt diyar kir: “Berbijarka leşkerî bi tu awayî çareseriyan ji tu aliyekê re pêşkêş nake. Wek MSD`ê em bi çareseriya siyasî re ne. Em şerê hev du qebûl nakin. Em hewl didin bi dewletên çalak re têkiliyan ava bikin da ku çareseriyek siyasî ji welêt re peyda bikin.”

Mihemed Elî wiha pê de çû: “Çareseriya leşkerî mudexeleya derve di karûbarên Sûriyê de zêde kir.  Çareserî ji destê gelê Sûriyê bi û kir destê aliyên navdewletî û herêmî. Lê çareseriya siyasî dê bihêle gelê Sûriyê bibe xwedî biryara ku pêşeroja Sûriyê çêke.”

Her wiha Mihemed Elî bibîr xist ku çareseriya siyasî dê teşeya Rojhilata Navîn biguhere û dewletên mezin ketine ferqê ku çareserkirina aloziya Sûriyê ji aliyê siyasî ve dê bandor li astên herêmî û navdewletî bike.

‘TIRKIYE BI AWAYEKÎ EŞKERE BEHSA VEJANDINA OSMANIYÊ DIKE’

Mihemed Elî di nav gotinên xwe de behsa mudexeleya Tirkiyê di Sûriyê de kir û got: “Tirkiye hewl dide projeya vejandina hevpeymana Millî li Sûriyê û Rojhilata Navîn pêk bîne. Tirkiyê bi awayekî eşkere behsa vê yekê kir û her wiha behsa tevlikirina herêmên Dêrazorê heta Musilê tevî herêmên Lîbya û Iraqê kir. Bi xwe ji ve yekê armanc dike tevliheviyek domdar biafrîne da ku mudexeleya xwe di wan herêman de rewa bike. Ji ber wê desteka komên terorîst dike yên ku hewl dide dem demê navên wan biguhere ji bo ku alîkariya wê di afirandina tevliheviyê de bikin.”

Mihemed Elî sedemên mudexeleya Tirkiyê di herêmê de vegerandin, xwesteka Tirkiyê ji bo ku ji aloziyên xwe yên hundirîn derkeve. Lewra hebûna şer dike hincet ji bo ku gelên Tirkiyê bêdeng bike, raya giştî ya Tirkiyê bixapîne û bala hemûyan ji aboriya xwe ya wêranbûyî û pirgirêkên xwe yên hundirîn bikşîne.

‘OPOZÎSYONA SÛRIYÊ JI BER KU PIŞTA XWE AJANDEYÊN NAVDEWLETÎ BERBELAV BÛ’

Di vî warî de Mihemed Elî zelal kir ku opozîsyona Sûriyê ji ber ku pişta xwe dan ajandeyên derve ber belav bû. Hebûna nakokiyê di navbera dewletan de bandor li opozîsyonê kir û parçe kir.

Mihemed Elî domand û got: “Rêya tekane ku li pêşiya opozîsyonê maye, ew e ku ji ajandeyên navdewletî dûr keve û destê xwe bide gelê Sûriyê. Me berê jî û niha jî em bang li opozîsyonê dikin ku derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin, ji ber ku ewle ne û beşek ji Sûriyê ne. Divê beşek ji çareseriya aloziya Sûriyê be, bi dabînên navdewletî û li pêşberî ragihandinê tev li danstandinan bibe, da ku cîhan bibîne ku em gelê Sûriyê pêşketî ne û dikarin aloziya xwe nîqaş bikin.”

‘AMADEKARIYÊN LIDARXISTINA KONGREYEKÊ BI TEVLIBÛNA OPOZÎSYONA NIŞÎTMANÎ YA DEMOKRATÎK’

Girêdayî nîqaşên ku MSD`ê bi aliyên opozîsyonê re kirine Mihemed Elî got: “Niha em hewl didin kongreyek niştîmanî ji opozîsyona demokratîk re lidar bixin. Bi rêya wê em hewl didin tevhaiya aliyên opozîsyonê li ser masayekê kom bikin. Ev proje jî bi awayekî erênî ji hêla gelek aliyên opozîsyona Sûriyê ve hate nirxandin.”

Li gorî Mihemed Elî ev proje hewl dide ji ajandeyên herêmî dûr bikeve, Sûriyê û gelê wê biparêze. Heta ku nakokî di navbera wan de hebin lê dikarin li hev kom bibin û Sûriyê ji vê aloziyê derxînin.

‘MSD`Ê SIYASETEK XÊZ KIRIYE DA KU NÊRÎNÊN SÛRIYAN JI HEV NÊZÎK BIKE’

Mihemed Elî destnîşan kir ku MSD`ê ji salekê ve siyaset xêz kiriye bi rêya wê û werşeyên kar li Bakur û Rojhilatê û Ewropayê hewl dide nêrînên sûriyan nêzî hev bike û diyaloga sûrî-sûrî pêk bîne. Di encamê de gelek aliyên Sûriyê tev li MSD`ê bûn.

Mihemed Elî wiha berdewam kir: “Li rex wan hewldanan liser asta Ewropa MSD`ê li hundirê Sûriyê jî bi rêya nûnerên xwe hewl dide vê projeyê û armanca wê bigihînin wan. Em armanc dikin ku nakokiyên partiyetî derbas bikin û Sûriyeyek demokratîk na navendî pêk bînin. Sûriye ya tevahiya sûriyan e. Berjewendiya wê û berjewendiya gel beriya her tiştî ye.”

Mihemed Elî îşaretpê kir ku ev nûnertî rolek di nêzîkirina gelek aliyan ji MSD`ê û avakirina têkiliyên yekser an jî ne yekser lîst. Her wiha projeya rêveberiya xweser rolek di pêkanîna gavên pratîk de di çarçoveya projeya MSD`ê de ya ku bi diyaloga sûrî-sûrî bawer dike lîst.

‘MSD`Ê BI RÊYA VEDÎTINA ÇARESERIYA SIYASÎ HEWL DIDE SÛRIYÊ JI KERASTEKE ABORÎ XILAS BIKE’

Mihemed diyar kir ku MSD’ê bi rêya vexwendina rêveberiya hikumeta Sûriyê ji bo diyalogên çareseriyê hewl da Sûriyê ji felaketeke aborî dûr bixe. DYA hewl dide şertan li rejîmê ferz bike, mîna derxistina îraniyan û komên ku wekî rêxistinên terorîst dibîne ji Sûriyê û got: “Nêzîkbûna rejîma Sûriyê ji çareseriyê dê rolek di rawestandina cezayên ku li Sûriyê ferz bûne, bilîze. Di cenga aborî de ya ku bi rêya ferzkirina cezayan destpê kir, gelê Sûriyê xisarê tekane ye.”

‘MEKANÎZMEYA ÎSTÎSNAKIRINA HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JI QANÛNA QAYSER NE DIYAR E’

Mihemed Elî hewldanîn danûstandina bi Koalîsyona Navdewletî û DYA`yê re ji bo ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji lîsteya cezayên Qayser dûrxîne destnîşan kirin û got: “Wan soza veqetandina herêmê ji cezayan dan me. Lê ev îstîsna dê çawa be ne diyar e? “

Di dawiya hevdîtinê de endamê serokatiya MSD`ê Hesen Mihemed Elî tedbîrên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine girtin ji bo ku herêm ji bandora cezayan biparêzin bibîr xistin û got: “Rêveberiya Xweser gelek tedbîr di vî warî de girtin. Mûçeyên kermandan zêde kirin. Şaneyek aloziya aborî ava kir da ku çareseriyan bibîne. Li rex hewldana pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê li herêmê.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din