​​​​​​​Hesen Qamişlo: Şerê me yê li dijî terorê berdewam e

Yek ji fermandarên YPG‘ê Hesen Qamişlo got: "Şerê me yên li dijî terorê bi taybet li herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin berdewam e."

Damezirandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi awayekî fermî di dawiya sala 2011‘an de hate ragihandin. YPG ji keç û xortên herêmên "Cizîrê, Kobanê, Efrîn û Helebê" pêk tê. Armanca avakirina vê hêzê parastina Sûriyê ji êrişan e, nemaze piştî ku alozî gur bû û şerê navxweyî li ser xaka Sûriyê belav bû.

Têkildarî armancên avabûna  YPG‘ê  û rola wê ya şerê li dijî komên çete yên bi navên cûda heta têkbirina çeteyên DAIŞ‘ê, erkên wê di çaroveya pêşketinên leşkerî û rewşa heyî de ji fermandarên YPG‘ê Hesen Qamişlo ji ANHA‘yê re axivî.

YPG YEKEMÎN HÊZA BIRÊXISTINKIRÎ LI SER ASTA SÛRIYÊ YE

Fermandar Hesen Qamişlo di destpêka axaftina xwe de armanca avabûna YPG‘ê diyar kir û ev tişt got: "YPG ji ber pêwîstiyekî hate avakirin ji bo ku herêmê li gorî sîsteme û armancekê biparêze, ku karibe hewldanên rejîma Baas a berfirehbûnê ber bi herêmê ve têk bibe û êrişên li ser herêmên kurdan ên bi navên cûda bişkîne ku armanca wê mafên gelê Kurd li herêmê înkar bike."

Hesen Qamişlo destnîşan kir ku Yekîneyên Parastina Gel destêka avabûna hêzeke leşkerî rêxistinkirî li ser qada Sûriyê bû, pêkhateyên cûda yên herêmên cihê xwe di nava de girtin da ku şerê komên çete bike û planên wan ên hedefkirina herêmê têk bibe û wiha pê de çû: "Dema çeteyên Cebhet El-Nusa êrişî bajarê Serêkaniyê kir hêzên me bersiva wan da û êrişên wan şikandin. Hêzên me dikarî bi awayekî diyar wekî hêzeke nû li ser qada Sûriyê derkeve. Ji ber ku rêgeza mafê parastina rewa esas kir. Keç û xortên herêmê beşdarî nava hêzên me, ne tenê Kurd, lê belê Ereb û Suyan jî cihê xwe di nava vê hêzê de girtin."

‘YPG‘Ê BI DERFETÊN KÊM DESTPÊ KIR‘

Qamişlo diyar kir  Yekîneyên Parasatina Gel him ji aliyê çekan û him jî di aliyê  pisportiyê de bi derefetên kêm destpê kir û wiha domand: "Hêzên me di şerê li dijî êrişên komên çete de yên bi navê cuda wekî Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û wekî din li Serêkaniyê, Kobanê Efrîn, Şêxmeqûd, Til Koşer, Til Hemîs û hwd peydakirina çek û cebilxane û pisportiyê de sûd werger kir. Piştî veguherî hêzeke leşkerî ku rizgarkirina herêmê ji van koman kir armanc."

‘YPG‘Ê ROLEKE MEZIN DI TINEKIRINA ÇETEYÊN DAIŞ‘Ê DE LIST‘

Qamişlo anî ziman ku YPG‘ê roleke mezin di têkbirina komên çete yên ku desteka xwe ji Tirkiyê û hin dewletên herêmî digirtin list û got: "Hêzên me xwe spart îradeya gel a di xweparastinê de ta gihaşt pêvajoya şerê li dijî DAIŞ‘ê ya ku bi aloziya Sûriyê re li Bakur û Rojhilatê wê pêşket û ji Kobanê destpê kir."

Hesen Qamişlo wiha domand: " Bi derketina DAIŞ‘ê li Sûriyê û Iraqê û kontrolkirina wê gelek deveran tevgera tevgera leşkerî derbasî qonaxeke nû bû. Di demekê de ku gelek hêzên leşkerî li Iraq û Sûriyê û Pêşmerge ji şerê li dijî DAIŞ‘ê reviyan Hêzên me di tinekirina terorê de li pêş bû û bala cîhanê anî ser xwe."

 ‘YPG‘Ê PÊŞENGTIYA ŞERÊ LI DIIJÎ DAIŞ‘Ê KIR‘

Hesen Qamişlo diyar kir ku bi destpêka qonaxa nû ya şerê tinekirina çeteyên DAIŞ‘ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) stûna sereke ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD0 ava kir ku wekî sîwana gelek hêzên leşkerî ye yên li ji bo şerê DAIŞ‘ê hatin avakirin e û got: "Hêzên me bû hêzeke sereke bi vê sîwanê de, ji ber ku pêşengtî û şerê DAIŞ‘ê kir. Hêzên me bi hêzên din ên herêmî re hevgirtine çêkirin da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komên çete rizgar bike. Bi vê yekê Hêzên Sûriye Demokratîk dergûşa tevahî pêkhateyên herêmê bi hemû netewî û baweriyên xwe."

Qamişlo got bi tevlîbûna YPG‘ê di bin sîwana Hêzên Sûriye Demokratîk de qonaxeke nû ya rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir û got: "Yekîneyên Parastina Gel di bin banê QSD‘ê de beşdarî rizgarkirina gelek parêzgeh û bajarê Sûriyê mîna Minbic, Tebqa, Reqa, Dêrazor û ya dawî Baxozê ya li rojhilatê bajarê Dêrazorê bû. Yekîneyên me di bin banê QSD‘ê serkeftinên mezin li dijî terorê bidestxistin û beşdarbûn û têkoşînê wê ya di vê çarçoveyê de ye."

‘YPG‘Ê DÊ BERXWDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIDOMÎNE‘

Der barê rol û mîsyona YPG‘ê di vê pêşketinên leşkerî yên dawî de  Hesen Qamişlo wiha got: "YPG‘ê di têkoşîn û berxwedana xwe de berdewam e û berpirsyartiya bersivandina êrişên li ser herêmê digire ser xwe. Her wiha di berxwedana xwe ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam e ku pêkhateyên bi hev re dijîn dike hedef, nemaze piştî êrişên wê yên bi rêya çeteyê wê yên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ‘ê hatin şikandin."

Qamişlo di berdewama axaftina xwe de got: "Pêvajoya heyî ji bo gelê Kurd pêvajoya hebûn û nebnê ye. Dagirkerî bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide gelê Kurd tine bike û wê  ji xaka wê koçber bike, dagirkerî bi hevkariyê hin kurdên xayîn ên desekê dide wê û wê rewa dike di vê siyaseta li dijî Kurd de berdewam e."

Qamişlo bi domdarî got: "YPG‘ê ji parastina herêmê gav paşde navêje, berxwedana me wê heta vê astê nesekine. Dibe ku em di hin gera û rewşan de hin xalan winda bikin  lê berxwedana me berdewam e."

Fermandarê YPG‘ê Hesen Qamişlo bal kişand ser binpêkirinên li herêmên dagikirî û got: "Li herêmên Sereêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê artêşa Tirk  û çeteyên wê ve ehatine dagirkirin binpêkirinên didomin. Rexmî hin muzakere û lihevkirinên agirbestê lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  di bipêkirinên lihevkirinên de berdewam e, rojane gund û bajarokên Rojava dike hedef û gelê me di kampan de azaran dikşînin.”

Têkildarî bersiva YPG‘ê ya ji êrişên dagirkeriyê re Qamişlo wiha axivî: "Ev şer ji bo me hîna bi dawî nebûye, li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê berdewam e, ji ber ku parastina xaka xwe ji hêzên dagirker ên dijber  mafê me yê rewa ye. Dagirkerî ji bo me wê bimîne dagikirî, erk û mîsyona me wekî şervan di her şertan de ji fedayetiyê re amade bin, ji ber ku bêyî fedayetiyê destkeftî nayê bidestxistin."

Qamişlo axafina xwe wiha dewam kir: "Sedsala heyî sedsala gel Kurd, divê gelê me vê zanibe, em ji êriş û fişarên Tirkiyê re serî natewînin, em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin û em xwedî vîn û bawerî ne

Divê em xwe bispêrin hêzên xwe yên leşkerî û xwe bispêrin xwe, lê xwe nespêrin hêzên derve. Em şervanê xwe bawer in, mafê me di vê xakê de heye, divê em bi hêzên din bawer nekin ji ber ku baweriya bi hev aktora tekane ya serkefinê ye û dê her hewldaneke hedefkirinê bi sînor bike. Dibe peywendiyên me bi Amerîka û Rûsya û dewletên din re hebe, lê ev tenê siyaset e."

‘MÎSOGERKIRINA MAFÊN GELÊ ARMANCA SEREKE YA YPG‘Ê YE‘

Fermandarê YPG‘ê Hesen Qamişlo axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji destpêkê ve armanca YPG‘ê diyar e. YPG‘ê hêzeke li ser esasê felsefeya mafê parastina rewa, parstina herêmên û gelê wê hatiye avakirin. Ev mafê rewa yê tevahî gelên ku têne înkarkirinê, ji ber ku dixwaze bighêje mafê rewa. Ev hêza ye xwe dispêrea parastin û ne êrişan. Armanca me mîsogerkirina mafên gelên herêmê ye ji aliyê çandî, siyasî û leşkerî û parastina mafê mafê herêmê di jiyaneke bi azad û rûmet."

ANHA


Mijarên Din