`Heta berxwedan hebe, xwestekên Tirkiyê pêk nayên’

Endamên  Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê yên Herêma Efrînê amadebûna diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze bi avakirina dîwarê di navbera Şehba û Efrînê, Efrînê ji Sûriyê qut bikin û wiha gotin: “Xwestekên Tirkiyê pêk nayên, heta ku berxwedan hebe.”

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinan li ser gelê Efrînê di nava bêdengiya navdewletî de didomîne. Herî dawî dagirkeriya Tirk dîwarek di navbera gundên navçeya Şêrawaya yên dagirkirî û kantona Şehbayê de ava dike. Tirkiye bi vê yekê hewl dide Efrînê ji Sûriyê qut bike. Girêdayî mijarê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Kantona Efrînê ji ajansa me re axivîn. Ciwanan got ew amede ne li dijî  dagirkeriya Tirk bisekinin. Her wiha gotin bêdengiya rêjîma Sûriyê cihê matmayînê ye.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Kantona Şehbayê Ebdo Welo diyar kir ku dagirkeriya Tirk asta binpêkirinên xwe di van demên dawîn de zêde kiriye û got: "Dagirkerî di dagirkirina Efrînê de sînordar nema. Niha jî dîwar di navbera Efrînê û herêmên din ên Sûriyê de ava dikin. Armanca vê yekê  parçekirina Sûriye yê ye. Dixwazin Efrînê mîna Lîwa Skenderon ji Sûriyê qut bike."

‘Bêdengiya Rejîmê diyar dike ku ew jî şirîkê Tirkiyê ye’

Endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Efrînê Ferîda Nesan jî wiha axivî: “Armanca dewleta Tirk ew e Efrînê tevlî axa Tirkiyê bike. Dagirkerî bi riya dîwarê di navbera Efrîn û herêmên din ên Sûriyê de hewl dide Efrîn bike eyaletek nû. Ev hemû di nav bêdengiya cîhanî de bi taybet rêjîma Sûriyê pêk tê. Ji ber wê rêjîma Sûriyê di komplo û dagirkeriya Tirkiyê de şirîk e.”

Endamê Tevgera Ciwanan a Kantona Efrînê Siyamend Cemo tekez kir ku ew dê li dijî binpêkirinên Tirkiyê bisekinin û axaftina xwe wiha domand: "Wek tevger em bê bertek namînin. Em ê tê bikoşîn, li dijî binpêkirinan bisekinin û nahêlin ku artêşa Tirk binpêkirinên xwe berdewam bike. Em warê xwe Efrînê di lepên dagirkeriyê de bernadin. Em ê Efrînê rizgar bikin û em ê pergala demokratîk a ku beriya dagirkeriyê hatibû rûniştandin vegerînin."

Endamê Tevgera Ciwanan a Kantona Efrînê Ehmed Hesen bêdengiya rêjîma Sûriyê li hember binpêkirinên ku li Efrînê ji kuştin, wêrankirin û dagirkirina herêmê rû didin şermezar kir û got: "Niha dagirkerî dîwarekî di navbera Efrînê û Şehba de ava dike. Ev tişt pêk nayê madem berxwedanî heye. Rêjîma Sûriyê heta niha bê deng e. Em dixwazin ku rêjîma Sûriyê helwesta xwe ya ku binpêkirinên Tirkiyê red dike, nîşan bide. Ji ber ku Efrîn xaka Sûriyê ye û nabe ku ji Sûriyê qut bibe û tev li xaka Tirkiyê bibe."

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dagirkeriya Tirk Lîwa Skenderûn a ku dikeve aliyê bakurê rojavayê Sûriyê di sala 1939`an de dagir kir. Rûbara wê 4 hezar û 800 km2. Rêjîma Sûriyê li gorî peymana Edeneyê ya sala 1998`an Lîwa Seknderon bi temamî dev ji mafê xwe berda û di resmiyetê de jî wek axa Tirkiyê qebûl kir. Di 24`ê Tebaxa 2016`an de artêşa Tirk a dagirker derbasî xaka Sûriyê bû ji Cerablusê heya Efrîn û Idlibê li gel bêdengiya rêjîma Sûriyê dagir kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din