‘Heta bidawîbûna qedexeyê dê dezenfektekirina bajaran bidome’

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya herêma Firatê Semîr Ferdon Elî got: “Madeyên ku di dezenfektekirina bajaran de hatine bikaranîn, xwedî kalîteyên cîhanî ne. Xebatên dezenfektekirina bajar dê heya bidawîbûna qedexeya derketina derve bidomin.”

Bi belavbûna Koronavîrûsê li cîhanê re Rêveberiya Xweser a Bakur û  Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîrên hişyariyê girtin, jê amadekirina karantînayan, girtina deriyên sînor û dezenfektekirina tevahiya bajaran.

Kolanên bajar û bajarokên herêma Firatê li gel biryara qedexeya derketina derve ya ku Rêveberiya Xweser a Bakurû  Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, di gelek qonaxan de têne şûştin û dezenfektekirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya herêma Firatê Semîr Ferdon Elî ji ANHA`yê re cureya dezenfektekirinê ya ku tê bikaranîn, qonaxên wê û asta bandora wê şîrove kirin.

Elî got: "Prosesa dezenfektekirin li ser sê qonaxan tê meşandin. Ya yekemîn di 15`ê Adarê de bû tevahiya navend û gerînendeyên herêmê bi du cureyên dezenfektan ‘Formline and sidex’ hatin dezenfektekirin. Piştre me mizgeft û dibistan li ser asta herêma Firatê bi heman madeyan dezenfekte kirin."

Elî destnîşan kir ku di qonaxa sêyemîn de kolan li tevahiya bajar û bajarokên herêmê hatin şûştin û bi madeya klor hatin dezenfektekirin. Bi vê yekê zemîn amade bû ku Formline bê bikaranîn.

Girêdayî cureya dezenfektekirinê Elî got: "Tevahiya made ji 2 cureyan bûn; Formline and sidex. Ev her du made xwedî bandorek dem dirêj in digihêje 6 mehan. Me li gorî perspektîvên kîmyawî sidex bikar anî. Bi xwe ji odeyên girtî re tê bikaranîn. Piştî ku ode hatin reşandin, heya 48 saetan têne girtin. Dema bandora wê di tunekirina vîrûsa û bakterî de 6 meh in. Formline; du pileyên wê hene. Yek xwedî bandorek bilind û yek din jî navîn. Me rêjeyek bilind di dezenfektekirina dibistan, mizgeft û navendên din de bikar anî. Her lîtrek ji madeya Formline bi 100 lître av re tev hev kir. Me kolan bi pileya navîn ji Formline dezenfekte kirin. Ji ber ku kolan destpêkê hatin şûştin û piştre bi klorê hatin reşandin. Ji ber wê rêjeya dezenfekte navîn bû. Me her lîtrek Formline bi 200 lître av tev hev hev kirin."

Elî bal kişand ku ew bi Şaredariya Gel re di vê hemleyê de hevkar in û got: "Ji bo dezenfektekirina camên dikan û kolanên sereke bi awayekî rojane heya bidawîbûna qedexeyê, tiraktorek hatiye eyarkirin. Tevî wê jî me dezenfektekirina kolanên bajaran bi temamî bidawî kirin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din