ꞌHeta bidawîkirina tecrîdê em ê têkoşîna xwe berdewam bikinꞌ

Şêniyên navçeya Çilaxa ya girêdayî herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide rê li pêşiya belavkirina fikrên rêber Abdullah Ocalan ên ku banga aştî û demokrasiyê dikin, bigire û li ser wî tecrîdeke giran ferz kiriye.

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û tecrîda  giran ku deweta Tirk li ser wî ferz kiriye, Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) li Çilaxa meşek organîze kir.

Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên ‘Bi hev re dawî li dargirkeriyê bînin û nirxên şoreşa xwe biparêzin`, `Serkeftina me mîsoger e` û alên PYD û Tevgera Ciwanên Şoreşger rakirin.

Meş ji ber çerxerêya Trafîkê ya li rojhilatê navçeyê dest pê kir û li ber Navenda Perwerdeyê bi dawî bû.

Xwepêşandan li pêşiya Navenda Perwerdeyê ya Çilaxa veguherî mîtîngê. Li wir li ser navê PYD`ê endamê partiyê Fêsel Abdulezîz Hesen û endamê Rêveberiya Partiya Nûjen a Demokratîk Taha Şam axivîn. Her duyan komploya naveteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtina bi parêzer û malbatê re şermezar kirin.

Axaftvanan da zanîn ku kilîta çareseriya aloziyên li Rojhilata Navîn rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide belavkirina fikrên rêber Abdullah Ocalan ên ku banga aştî û demokrasiyê dikin, bigire, ji ber vê ji salan ve tecrîdê li ser ferz dike.

Beşdarên meşê, bi rêya sloganên ku berz kirine, berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker piştrast kirin û banga yekitî û hevgirtinê li tevahiya pêkhateyên herêmê kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din