‘Heta canê me jî were şewitandin, em ê terka xaka xwe nekin’

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê îro daketin qadan û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûrê Kurdistanê, binpêkirinên der heqê şêniyên Efrînê de û lêkirina dîwarê parçekirinê şermezar kirin. Di heman demê de jî tekez kirin ku heta ku canê wan jî were şewitandin, dê dev ji xaka xwe bernedin.

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo, li pêşiya navenda meclisa navçeya Til Hemîsê kom bûn. Meş bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser başûrê Kurdistanê û binpêkirinên der heqê şêniyên Efrînê de hate lidarxistin. Meşvanan alên QSD`ê, Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan hilgirtin.

Meşê ji ber meclisa navçeyê dest pê kir û ber bi kolana sereke ya navçeyê ve dewam kir. Meşvanan  pankartên bi nivîsên "Xaka me bi saya şehîdan hatiyê parastin, em ê rê nedin kiryarên dagirkeriya Tirkiyê", "Dê kiryarên tirsonekan der heqê zeviyên me de hêza me zeîf nekin, berovajî vê yekê dê vîna me xurttir bikin","Zeviyên me dişewitînin, lê nikarin nasnameya me bişewitînin","Bi rihê serhildana Şêledizê em ê Biradostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin" û "Hemû kiryarên dagirker û terorîstan dê nikaribin me dûrî şêniyên welatê me bixin" hatin hildan.

Meş li pêşiya navenda serdozgeriyê veguherî mitîngê. LI vir li ser navê Kongreya Star a şaxê navçeya Til Hemîsê Nibewiyê Hisên axivî û wiha got: "Em dagirkeriya Tikiyê û projeya  guhartina demografîk a li Efrînê şermezar dikin. Dagirkeriya Tikiyê bi plana lêkirina dîwarê parçekirinê û êrîşên li ser başûrê Kurdistanê, dixwaze dagirkeriyê rewa bike."

Nebewiyê Hisên diyar kir ku ew ê tu carî xwe radest nekin û parastina xak û mal û milkên xwe bikin, yên ku bi saya şêniyan hatine rizgarkirin. Di heman demê de ew ê hemû herêmên ku Tirkiyê li Sûriyê dagirkirine rizgar bikin.

Nebewiyê Hisên di dawiya axaftinê xwe de wiha anî ziman: “Bûyerên şewatê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, plankirî ne û aboriya niştîmanî dikin armanc. Êrîşî nanê me dikin, em jî ji wan re dibêjin ku kiryarên we vala derdikevin, ji ber ku em gelekî berxwedêr in, hûn ê li ber bê biçin û em ê tu carî xwe radest nekin, em gelekî bi israr in.”

Piştî axaftina Nebewiyê Hisên, hevserokê Meclisa Til Hemîsê Salih El-Xelef axivî û wiha got: “Em êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û kiryarên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê bi taybet li ser Efrînê şermezar dikin. Komployên navdewletî êdî eşkere bûn, her wiha gelên Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî van komployên  ku dagirkeriya Tirkiyê serkêşiyê jê re dike, disekinin."

El-Xelef di dawiya axaftina de got: "Em gelek in ku me baweriya xwe bi têkoşîn û îmanê aniye, 3 salan em bê dexl û dan man, em ê ji agir û bûyera şewitandinê radest nebin, xaka me xakeke bi xêr û bêr e, heta ku can jî were şewitandin, em ê qet terka xaka xwe nekin."

Mitîng  bi sloganên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re" bi dawî bû.

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din