‘Heta em agahiyekê ji rêberê xwe negirtin em ê ranwestin‘

Li Legê û Çil Axa ji bo naskirina rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan meşên bi meşeleyan hatin lidarxistin. Hate gotin: ‘‘Heta em agahiyekê ji rêberê xwe negirtin em ê ranwestin‘‘

Çalakiyên bi armanca naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan didomin. Li navçeyên Girkê Legê û Çil Axa yên kantona Qamişlo vê êvarê meşên bi meşeleyan hatin lidarxistin.

GIRKÊ LEGÊ

Meş bi tevlêbûna bi sedan kesî ji qada Şehîd Xebat Dêrik destpê kir û li kolanên sereke yên navçeyê dewam kir, dê wê navberê de dirûşmeyên ku banga eşkerekirina rewşa Rêber Ocalan hatin berzkirin.

Meş li navenda navçeyê rawestiya. Endama Rêber a Kongreya Star Rîhan Temo kiriyarên dewleta Tirk şermezar kir û bûyera ku li girava Îmraliyê rû da wekî berdewama komplo û tecrîda li ser Ocalan bi nav kir.

Rîhan anî ziman ku gelên herêmê rêberê xwe bi tenê nahêlin û dê têkoşîna xwe di her qadan de berdewam bikin heta rewşa Ocalan were eşkerekirin. Rîhan bang li gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz ku fişarê li Tirkiyê bike da ku bihêle parêzer serdana muwekilê xwe bike.

ÇIL AXA

Li navçeya Çil Axa jî bi sedan kes bi meşeleyan daketin qadan û banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kirin.

Meş li deriyê ketina navçeyê destpê kir û li kolanên sereke dewam kir.

Meş li navenda navçeyê rawestiya. Şêniyan ‘‘Heta em agahiyekê ji rêberê xwe negirtin em ê ranwestin.‘‘

ANHA


Mijarên Din