‘Heta gefên dagirkeriyê bi dawî nebin, çalakiyên me bi dawî nabin‘

Ji bin konê çalakiyên mertalên zindî yên li ser sînorê Kobanê peyaman ‘Heta gefên dagirkeriyê bi dawî nebin, çalakiyên me bi dawî nabin‘ hate dayîn.

Çalakiya mertalên zindî ya şêniyên kantona Kobanê ya li dijî gefxwawrinên dagirkeriya Tirk ên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojilat di roja 5‘an didome. Çalakî li gundên Qeremoxê û gundê Ziyaretê bi beşdarbûna bi sedan kesî didome.

Li gundê Qeremox ê rojhilatê bajara Kobanê yê li ser sînorê Tirkiyê, şêniyan ji 17’ê vê mehê ve dest bi çalakiyên konvendanê kirin û di roja 5’ê de bi beşdariya girseya şêniyên herêmê didome.

Li gundê Ziyaretê yê li rojavayê bajarê Kobanê yê li nêzî bajarê Cerablusa dagirkirî, şêniyan ji 19’ê vê mehê ve di nava çalakiyan de ne.

Bi awayekî rojane, bi sedan şênî ji gund, bajarok û navçeyên Kobanê da ku gefên Tirkiyê red bikin, beşdarî çalakiyan dibin.

Çalakgerên mertalên zindî li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê çêkirin û bi wê re jî tekez dikin, dê li hember dijminahiya Tirkiyê der barê herêmê de bisekinin.

Di mertala zindî ya li gundê Ziyaretê de, endamê Komîteya Têkiliyên Giştî a navçeya Sirînê Îbrahîm Mihemed da zanîn: "Gelê herêmê ji Rojava heya Rojhilat û ji Başur heta Bakur yek e û dagirkeriya Tirk red dike. Dê heta nefesa dawî li ber xwe bide."

Li aliyekî dîtir jî hevserokê Meclisa navçeya Qenaya Mihemed Osman got: "Nameya me ji kesên dixwazin xaka me, gel û ewlehiya herêma me dagir bike ya ku bi saya xwîna şehîdan bi dest ketiye ew e ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hember kesên bixwazin dijminahiya xaka me bikin, bibin mertal."

Çalakiya mertalên zindî li herdu cihan didome. Çalakger dibêjin ew ê çalakiya xwe bi dawî nakin heta Tirkiyê gefên li ser herêmê rawestîne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din