Heta tecrîd bi dawî nebe çalakî jî ranawestin

Di bin konê çalakiyê de ku tevahiya pêkhateyên taxa Şêxmeqsûdê kom kirine, careke din daxwazên şêniyan bi daxwazên çalakgerên greva biçîbûnê re bûn yek. 8 roj derbas bûn û şênî dirûşmên silavkirina çalakgeran û şermezarkirina bêdengiyê berz dikin. Şêniyan tekez kir ku berxwedan rêya tekane ya serkeftinê ye.

Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê bi pêşengiya Leyla Guven, Nasir Yagiz û bi hezaran berxwedêrên li girtîgehên Tirkiyê ji bo bidawîkirina tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, Kongreya Star a taxa Şêmeqsûd a Helebê çalakiya konvedanê bi dirûşma "Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û em ê neteweya demokratîk ava bikin" li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan organîze dike.

Konê çalakiyê bi wêneyên çalakgerên grevên birçîbûnê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Ciwan û Meclisa Malbatên Şehîdan hatiye xemilandin. Her wiha pankartên bi nivîsên “Ciwan fedaiyên Ocalan in”, “Bi pêşengiya Leylayê em ê asta berxwedanê mezin bikin û bi Rêbertî re azad bijîn”, “Biratiya gelan xewna şehîdan e û xewna şehîdan armanca me ya bêdawî ye” hatin daliqandin.

Çalakiyê di 5`ê Gulanê de dest pê kir û heya 12`ê Gulanê berdewam kir. Beşdarên çalakiyê ji tevahiya pêkhateyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye rojê 24 saetan nobetdariya çalakiyê digirin û cilên ku wêneyên Ocalan li ser in, li xwe dikin.

Çalakiyên konvedanê ji sibehê ve dest pê dikin. Gelek axaftin bi awayekî rojane ji hêla nûnerên Kongreya Star, çalakgerên kon, şandeyên komîn, meclis, saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî tên kirin.

Her wiha semîner û panelên siyasî tên lidarxistin. Çalakvanên çalakiyê di semîneran de geşedanên dawîn nîqaş dikin. Dîsan jî semînerên girêdayî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên dayîn.

Ji aliyekî din ve senevîzyonên ji 20 deqeyan girêdayî axaftin û gotinên Ocalan li ser girîngiya şoreşê, dîmenên çalakgerên grevên birçîbûnê di girtîgehan de û derveyî wê tên pêşendan.

Di çalakiyan de rojane şênî dirûşmên ku banga bidawîkirina tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, berz dikin.

Ruxmî ku çalakiya kovedanê rastî meha Remezanê hat, lê çalakger çalakiyên xwe bi tevlibûna balkêş ji kesên temenmezin û dayikên şehîdan berdewam dikin. A balkêş ew ku şêniyên her du taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd bi Kurd, Ereb, êzidî, misilman û xiristiyanên xwe mohra xwe li konê çalakiyê da. Çi bi rêya axaftinan an jî daxuyaniyan an jî gotina helbestan û stranên şoreşgerî bi zimanên kurdî, erebî û tirkî be.

Çalakgeran tekez kir ku piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê erkek e ku dikeve ser milê wan. Her wiha diyar kirin ku ji êrîşên li dijî taxa Şêxmeqsûd tê gihîştine ku berxwedan vebijêrka tekane ye ji bo jiyana azad û şikandina zordestan. Çalakgeran di heman demê de bêdengiya rêxistinên ku mirovahiyê îdia dikin, şermezar kirin. 

Çalakî ranawestin

Girêdayî hewldanên organîzekirina çalakiya konvedanê û armanca wê endama rêveber a Kongreya Star Hêvîn Silêman got: "Mîna van çalakiyan bi armanca piştgiriya parlamenter Leyla Guven û hevalên wê li hundir û derveyî girtîgehan li dar dikevin."

Hêvîn destnîşan kir  ku jinên Kurd mîna Leyla Qasim, Leyla Şaylemez û Leyla Guven îsbat kir ku ew çirûskên şoreşa li dijî dijminan in. Hêvîn soz da ku çalakiyên wan heya pêkhatina daxwazên berxwedêran berdewam in.

(şx)

ANHA


Mijarên Din