Hevdîtina Trump û Erdogan bi nîqaşên derbarê peymanên bazirganiyê destpê kir

Hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Spî li Washingtonê destpê kir.

Beriya hevdîtin destpêkê bike Donald Trump ji rojnamevanan re axivî û got, agirbesta li Sûriyê bi awayekî serkeftî bi rêve diçe û daxuyakirin ku hêzên wan dê ji bo parastina bîrên petrolê herêmê bimînin.

Trump her wiha behsa peymanên bazirganiyê yên di navbera herdu welatan de kir û got ku ew dê mijarên S-400 û F-35‘an gotûbêj bikin.

Serdana Erdogan a ji bo Amerîkayê di demên de ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên yên êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne hat.

Ev serdan rastî nerazbûna kolana Amerîkayê û endamên Kongresa Amerîkayê ve tê.

Şêwirmendê berê Ewlehiya Neteweyî yê serokê Amerîkî Donald Trump John Bolton duh gotibû Trump di siyaseta derve de ya bi Tirkiyê re li gorî berjewedniyên xwe yên kesayetî biryaran digire.


Mijarên Din