Hevdîtinên dualî ya Trump di Lûtkeya 20’emîn de

Serokê DYA’yê Donald Trump wê bi gelek rêveberên cîhanê re di Lûtkeya 20’emîn a ku dê li Japonyayê vê hefteyê li dar bikeve, hevdîtinan pêk bîne.

Rayedarekî payebilind ê DYA’yê ji ajansa AFP’ê re ragihand ku serokê DYA’yê Donald Trump dê bi gelek rêveber û serokên dewletên cîhanê re û ji wan serokên Çînyayê Shî Jinping, yê Rûsyayê Valadimîr Pûtîn û mîrê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman re hevdîtîn, pêk bîne.

Her wiha hevdîtinan bi serokwezîrê Hindistanê Narendra Moody, şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, serokomarê Tirkiyê Receb Teyyip Erdogan, serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe û serokwezîrê Ustralya Skot Morison re, pêk bîne.

Li aliyekî din jî diyalog di navbera Trump û Mîrê Erebistana Siûdiyê de der barê nakokiyên DYA’yê û Îranê de pêk tê.

ji aliyekî din ve jî, dê hevdîtin bi serokê Çînyayê re roja şemiyê ya roja duyemîn ji lûtkeya ku dê li Osaka li dar bikeve, pêk bê. Ev civîn jî girîngiyeke mezin di nav xwe de dihewîn. Her wiha her du alî hewl didin bigihînin peymana bazirganiyê.

Rayedarekî DYA’yê bi bîr xist ku dê Trump nîqaşan bi Pûtîn re der barê nakokiyên DYA’yê û Îranê û dosyayên Ukranya, Rojhilata Navîn û Sûriyê de, pêk bîne.

Piştî Lûtkeya 20’emîn jî dê serokê DYA’yê berê xwe bide Siyolê.

(fr)


Mijarên Din