'Hevgirtina civakî û diyalog ji hemû aloziyan re çareserî ye'

Hevseroka Meclisa kantona Hesekê Semer Abdullah diyar kir ku bi saya hevgirtina pêkhateyan û biratiya gelan herêmê ji aloziyê hat parastin û got: "Diyaloga alternatîf çareya guncaw ji tevahî dozên girêdayî aloziyê Sûriyê re ye."

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kevin de bi biratî û têkiliyên xurt ku ji mezinên xwe wergirtine, dijîn. Her wiha ev têkilî Rêveberiya Xweser ku spart fikra neteweya demokratîk xurt kir.

Tevî tevahî komployên ku vê biratiyê hedef digirin, lê yekitiya pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryanî li hember van rêxistinên terorîst û komployên ku gefan li ewlehî û aramiya herêmê dixwin, sekinî.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê modela Rêveberiya Xweser a Demokratîk pêk anîn û bû nimûneyek ji tevahî Sûriyê ku aramî û jiyana hevbeş ji tevahî sûriyan re pêk bîne, her wiha ji tevahî dozan re çareya guncaw e.

Hevseroka Meclisa kantona Hesekê Semer Abdullah wiha axivî: "Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtinek û hevsengiyekê ava dikin. Ev hevgirtin jî bû hêmaneke bingehîn a aramiya herêmê."

Semer Abdullah wiha domand: "Bi saya zanabûn û hevgirtina di navbera pêkhate û biratiya gelan ji kevin de, herêmê ji aloziyê hate parastin û hebûn û nasnameya xwe parast. Her wiha bi saya hevgirtina pêkhateyan saziyên xizmetguzarî yên bingehîn li herêmê hatin avakirin."

Semer Abdullah wiha pê de çû: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir ku bibe destek ji aloziya Sûriyê re, terorîst û dagirkirina herêman qebûl nekir. Her wiha ev bi saya biratiya gelan û beşdariya tevahî pêkhateyên herêmê di eniyên şer ên li dijî terorê de pêk hat."

ROLA QSD’Ê YA GIRÎNGTIRÎN DI PARASTINA HERÊMÊ DE HEYE

Semer Abdullah bal kişand ser destanên qehremantiyê yên QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de nivîsandî û wiha pê de çû: "Ev têkoşîn bû sedema hevgirtina pêkhateyên herêmê ji bo parastina nirxên mirovahî û parastina cîhanê ji gefên terorê."

Semer Abdullah destnîşan kir ku rola QSD’ê ya girîng di parastina herêmê ji tevahî êrişên rêxistinên terorîst bi taybet dewleta Tirk a dagirker de hebû.

Semer Abdullah di berdewama gotina xwe de hevgirtina gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr xist û diyar kir ku ev sekneke mezin a li dijî planên dewleta Tirk û planên terorîstî ye û karî bibe hêmana ewlehî û aramiyê."

DIYALOG Û HEVGIRTIN ÇAREYA GUNCAW A ALOZIYÊ YE

Semer Abdullah îşaret bi hevgirtina civakî ya di navbera pêkhateyan de kir ku ew bûye bendeke xurt li hember hedefên mêtîngeran ku hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevgirtina civakî û diyaloga alternatîf dê bibe çareya guncaw ji tevahî dozên bigirêk ên aloziya Sûriyê re."

Di dawiyê de Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah got ew li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştevaniya hev dikin û hêmaneke xurt li dijî terorê ne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din