`Hevgirtina eşîran pêwîstiyek e’

Şêxê eşîra El-Hos Abdullhey Xelîl got: “Di vê pêvajoya hesas a ku herêm têre derbas dibe, hevgirtina eşîran pêwîstiyek e. Hêzên ji derve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digrin û dixwazin tevlîheviyê di nava eşîrên herêmê de derxin.”

Di rojên dawîn de li herêmên gundewarên Dêrazorê û Reqayê çend caran di navbera eşîran de pevçûnên eşîrtî derketin û hin sembolên welatparêz  hatin hedefgirtin. Herî dawî şêxê eşîra El-Igêdat a Dêrazorê Mitşer El-Hefel hatibû kuştin. Ji her kesî re baş xuya bû ku hin alî hewl didin hevgirtina eşîrên Erebî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xirab bikin.

Di vê çarçoveyê de şêxê Eşîra El-Hos Abdullhey Xelîl got: “Di vê pêvajoya hesas de hevgirtina eşîran pêwîstiyek e. Girîng e ku xeteriya proje û siyasetên derve yên li dijî herêmê bên dîtin. Hewl didin di navbera eşîrên Ereban de fitneyê çêbikin û aramiya herêmê têk bibin.”

Şêx Abdullhey Xelîl diyar kir ku divê ciwan û şêxên eşîran bi saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di nava pêwendiyê de bin û wiha axivî: “Rêveberiya Xweser rê da vegera urf û adatên eşîran ên di çareserkirina nakokiyên di navbera wan de û rengê eşîrtiyê li herêmê vegerand."

 

Şêx Abdulhey Xelîl destnîşan îşaret bi bûyerên li herêmên gundewarên Dêrazorê yên di navbera eşîran de çêdibin kir û got: “Em bang li eşîrên Ereb dikin ku têgihiştî bin û bi pey tevlîheviyên ku ewlehiya herêmên Ereban dixin xeteriyê, nekevin. Gelek caran ji bo çareserkirina tevlîheviya piştî kuştina şêx Mitşir El-Hefel derketî, bi eşîrên Ereb ên li Dêrazorê re ketim têkiliyê. Ne pêkane ku têkiliya QSD’ê bi hedefgirtina şêxan re hebe.”

Şêx Abdullhey Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dîroka eşîrên Ereb bi berxwedana li hember hemû êrişên dagirkeriyê, bi taybet ên Fransa û Osmaniyan dagirtiye. Dê îro jî parastina yekitî û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bikin. Wekî eşîrên Ereb em tevlîheviyên ku çêbûn û dê çêbibin, her wiha destwerdana derve di karûbarên eşîran û herêmê de qebûl nakin.”

(bx)

ANHA


Mijarên Din