Hevgirtina Lîberal dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kir

Hevgirtina Liberal a Kurdistanê, desteserkirina dewleta Tirkiyê ji şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kir, her wiha bang li hêzên navdewletî, civaka navdewletî û rêxistinên mafnasiyê kirin ku li dijî alîgirê terorê rawestin.

Li dijî desteserkirina Tirkiyê ji şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn ên Bakurê Kurdistanê, Hevgirtina Lîberal a Kurdistanê daxuyaniyek da. Daxuyaniya Lîberal wiha ye:

"Rejîma dagirkeriya Tirk her dem der heqê gelê Kurd de rêbazên qetilkirin, koçberkirin, wêrankirin û biçavkirinê bi kar anîne, di heman demêkî dibe bila bibe, madam banga demokratî, wekhevî, parastina mafên mirovan dike, dê were girtin.

Di vê derbarê de AKP‘ê bi hevkariya hevalbendên xwe yên tevgera şovînist sê serokên şaredariyên bi dengdayîneke demokratî hatine hilbijartin binçavkirin û qeyûmên xwe li şûna wan erekear kirin. Li gorî nûçeyên li navçeyên Bindek, Beyrem Başa, Beşkatiş a bajarê Stenbolê, girtin ser malên serokên Partiya Gelan a Demokratî HDP`ê.

Paşê desthilata Trikiyê hevserokê Partiya Gelan a Demokatîk HDP`ê li navçeyên Bendek û Beyrem Başa binçavkirin û ji ber hevserokê Beşkatiş ne li mal bû, nehate binçavkirin.

Her wiha nûçeyan diyar kirin ku li Stenbolê girtin ser mala hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk HDP`ê.

Kesên ku hatine binçavkirin ev in:" Çetin Aslan Boğa, Orhan Torker, Nadim Kralı, Aydın Klijder, Furkan Akanji, Ali Kader Kohler, Birkan Bulat, Tylan Öztaş". Ji ber bertekên gel û piştevaniya wan a Partiya Demokratîk a Gelan ên li dijî kiryarên Tirkiyê saziyên ewlekariyê bi sedan ji gelê me jin, xityar û zilam hatin binçavkirin. Binçavkirin hêjî berdewam e.

Em jî wekî Hevgirtina Lîberal a Kurdistanê kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Tirkiyê bi giştî û Kurd bi taybet bi tundî şermezar dikin û bang li hêzên navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û saziyên civaka navdewletî (Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî) dikin ku li dijî alîgirê terorê dewleta Tirkiyê rawestin û der heqê sûcdariya li Efrînê û Bakurê Sûriyê pêk anî hesab jê bixwzin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din