Hevjînên şehîdan binpêkirinên li dijî jinên li herêmên dagirkirî şermezar kirin

Hevjînên şehîdan kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên li kantona Efrînê ya dagirkirî şermezar kirin.

Bi dehan hevjînên şehîdan îro li Kampa Serdem a kantona Şehbayê kom bûn û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hildan.

Hevjînên şehîdan daxuyaniyek da. Jinan binpêkirinên artêşa dagirker û çeteyên wî yên li dijî jinên li kantona Efrînê şermezar kirin.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê Zekiye Ismayîl û bi zimanê kurdî ji aliyê Şervîn Heyder ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate ziman: "Dijminên aştî û mirovahiyê hemû cureyên şerên taybet ên siyasî, aborî û leşkerî bi armanca têkbirina hêzên aktîf di civakê de û bidawîkirina nirxên exlaqî û siyasetên demokratîk pêk tîne."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji Şengal û Kobanê heta Efrînê ku talankirin, dizî, guhertina demografîk, şîdet û bi taybet binpêkirinên ku der heqê jinan ji zewicandina di temenê biçûk de û destdirêjî û pirjinî ku tê kirin ku heta niha der heqê wan de pêk tê û dubare dibe."

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: "Eger cewherê jinan ji tarîtiyê dernekeve, xwezaya civakê ronî nabe. Ji ber vê yekê divê em jin têkoşînê bikin û hişmendiya serdest têk bibin."

ANHA


Mijarên Din