‘Hevkariya pêkhateyan stratejîk e‘

Endamên PYD`ê îşaret bi girîngiya xurtkirina hevkariya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kirin û got: "Ev hevkarî rêya rast a ji bo xurtkirina Rêveberiya Xweser û parastina herêmê ye."

Projeya neteweya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêkanîn, hevkariya pêkhateyên herêmê; Ereb, Suryan û Kurd vejand û ew vegerand rêya wê ya rast a li ser esasê jiyana hevbeş û rêzdariya aliyên din hatiye avakirin.

Endamê nivîsgeha rêxistinî ya PYD`ê ya navçeya Şedadê Mihemed Bozan diyar kir ku hevkariya di navbera pêkheteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hevkariyeke stratejîk û kevnar e ku bi rêya çandên ku bi hev girêdane di dîrokê de hatiye belgekirin.

Mihemed Bozan wiha domand: "Têkiliyên xurt ên çandî, dîrokî û aborî di navbera pêkhateyan de hene. Lê sîstemên desthilatdar û dewletên kapîtalîst hewl dan ku van têkiliyan têk bibin da ku serweriya xwe li ser pêkhate û gelan hêsan bike, lê hewldanên wan têk çûn."

Bozan îşaret bi hin faktoran kir ku divê li gelemperiya Sûriyê werin pêşxistin da ku planên dijminên çand û gelan werin têkbirin û got: "Divê Rêveberiya Xweser û fikirê projeya demokratîk ê ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye werin pêkanîn. Ev proje tevahî pêkhateyan di bin sîwana mirovahî û jiyana hevbeş a dûrî netewperestî û olperestî de kom dike."

Her wiha berpirsê nivîsgeha perwerdeyê ya PYD`ê Fadil El-Hisên ev tişt got: "Têkiliyên hevbeş ên di navbera pêkhateyên herêmê de têkiliyên dîrokî ne û di nava salan de tu pirsgirêk û kêmanî derneketin. Lê hin sîsteman hewl da ku pirsgirêkan derxînin, lê hewldanên wan bê encam bûn."

El-Hisên destnîşan kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi awayekî mezin destek da xurtkirina wan têkilyan û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mertaleke ewle ava kir da ku aramî, ewlehî û aştiya navxweyî biparêze ku di bin gefên hêzên herêmî û navneteweyî de ne ku ên destwrdana aloziya Sûriyê dikin.

El-Hisên girîngiya hevkariya di navbera pêkhateyên herêmê de ji bo xurtkirina nimûneya Rêveberiya Xweser û têkbirina planên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em di nava hewldanan de ne ku Rêveberiya Xweser pêş bixin. Bêyî hevgirtina tevahî pêkhateyan û têkiliyên stratejîk ên di navbera Kurd û Ereban de ev yekê wê pêk neyê."

(bx)

ANHA


Mijarên Din