Hevkarên nû li Sûriyê û êrîşên DAIŞ‘ê

EZÎZ KOYLUOGLU

Di demên dawîn de êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Balkêş e vê carê yekser hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê tên armanckirin. Hêzên Koalîsyonê ji 2015’an heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêzên YPG û QSD‘ê re li dijî DAIŞ‘ê tê dikoşin. Li eniyên şer van hêzan bi DAIŞ‘ê re rû bi rû şer kir û DAIŞ’ê çawa êrîşî QSD’ê dikir, êrîş dianî ser hêzên koalîsyonê jî. Heta niha DAIŞ’ê, li eniyên şer yekser hêzên koalîsyonê nekiribûn hedef. Lê xuya ye êdî ev hatiye guhertin.

Gelek kes vê wek hêzên naxwazin ku Amerîka ji Sûriyê derkeve, van tevgeran dikin, şîrove dikin. Lê ev ji rastiyê hinekî dûr e. Ji ber ku hêzên naxwazin leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê derkevin, hemû hêzên li ser Sûriyê siyaset dikin, naxwazin hêzên amerîkî ji Sûriyê derkevin. Wekî Rûsya dibêje dema hêzên Amerîkayê ji herêmê vekişin, hêzên rejîma Sûriyê û leşkerên Rûs şûna wan bigirin. Dewleta Tirk a dagirker jî heman tiştî  dixwaze, ew jî dibêjin dema Amerîka ji herêmê derkeve, ew ê ne tenê cihê amerîkiyan bigirin, di heman demê de Amerîka parastina esmanê herêmê bike û alîkariya leşkerî bide wan. Lê di rastiyê de ne dewleta dagirker a Tirk ne jî Rûsya di demeke nêz de naxwaze hêzên amerîkî ji Sûriyê vekişin. Ger vekişandinek hebe, deskeftiyên QSD’ê yên bi alîkariya koalîsyonê li dijî DAIŞ`ê ku di 4 salan de bi dest xistine, bikeve bin xizmeta wan.

Îsraîl naxwaze DYA ji Sûriyê vekişe

Îsraîl hîç naxwaze Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Sûriyê vekişe û vê eşkere diyar dike. Îsraîl vê vekişîna leşkerên amerîkî li ser ewlehiya axa xwe wek metirsiyeke mezin pênase dike. Ji bo wê jî Îsraîl naxwaze hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vekişin. Îsraîl vekişîneke wiha ku hêj hêzên Îranê li Sûriyê ne û bê hêz in, ne tenê demkurt, demdirêj jî ji bo xwe xeter dibîne. Ev di çarçova Îsraîlê de rastiyekê jî di nava xwe de dihewîne. Îran wek hebûn dewleta Îsraîlê ji bo xwe dijminê herî mezin bi nav kiriye. Heta niha jî şerê li Iraq û Sûriyê, herî zêde Îranê sûd wergirt. Îran xewna xwe ya Hîlala Şîe bi cih anî. Niha leşkerekî Îranê, dema ji Tehranê derdikeve bê pirsgirêk xwe digihîne heta Lubnan û Deryaya Spî. Ev rastî xewa Îsraîlê diherimîne.

Îran dixwaze DYA zû ji herêmê vekişe, lê gelo wiha ye?

Dibe ku hêza herî zêde dixwaze DYA ji Sûriyê vekişe, Îran e. Îran vê vekişandinê ji bo xwe wek serkeftinekê dibîne û wiha jî dide diyarkirin. Lê ev jî di rewşeke wiha de wê bikare wek berê li Sûriyê bimîne, ne diyar e. Sûriyeyeke ku Amerîka jê vekişe, dê Rûsya li ser Îranê zextê bike ku Îran jî wek berê tev negere. Ev jî ji bo Îranê wekî paradoksekê ye. Dibe ku Îran jî vê dixwaze û vekişîna Amerîkayê di demên dawîn de di ber çavan re derbas kiribe. Niha ev ne diyar e.

Rûsyayê bi DYA’yê re têkiliyeke ji bo xwe baş li Sûriyê danîbû

Rûsya hemû siyaseta xwe ya li Sûriyê li ser hebûna hêzên amerîkî li Sûriyê bin, dabû çêkirin. Hem siyaseta xwe ya bi hevkarê xwe li Sûriyê, Îran û rejîma Sûriyê, hem jî wek hevkarê biguman ê dewleta Tirk ya dagirker re siyaseta xwe li ser hebûna Amerîkayê li herêmê dabû çêkirin. Rûsya bi Kurdan re jî têkiliyên xwe li ser hebûna hêzên amerîkî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê saz kiribû. Heta Rûsya di gelek aliyan de bi DYA’yê re nakok be jî, di mijara Sûriyê de, di navbera her du aliyan de têkiliyeke rojane hatibû çêkirin. Rûsya naxwaze ev têkiliya li Sûriyê bi DYA’yê re çêkirî û gelek jê sûd werdigire ji destê wî biçe. Ji bo wê jî dixwaze dema DYA leşkerê xwe ji Sûriyê bikişîne lez neke û xwe bi wan re tevger bike.

Dewleta Tirk ji DYA’yê re dibêje “Em bi hev re li Sûriyê bin”

Herî zêde dewleta Tirk a dagirker naxwaze DYA hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne. Heta niha daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker ên di vê mijarê de propaganda ne. Di rastiyê de dewleta Tirk dizane dema ku DYA hêzên xwe ji Sûriyê bikişîne, nikare hebûna xwe li Sûriyê dewam bike. Ne êrîşek li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nikare hebûna xwe ya li Efrîn û Cerablusê jî biparêze. Hemû stratejiya dewleta Tirk a dagirker li ser hebûna hêzên li Sûriyê ye. Ji bo wê jî dewleta Tirk dema dibêje ‘bi me re di nava koordînasyonê de vekişe’ gotineke din jî lê zêde dike û dibêje ‘parastina asmanê herêmê bike û alîkariya leşkerî bide min’. Ev daxwaz jî dide diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker naxwaze DYA ji Sûriyê vekişe û dixwaze parastina dagirkeriya wê bike.

Kurd çi diwazin?

Gava yekem Kurd dibêjin em dagirkeriya dewleta Tirk napejirînin. Hêzên amerîkî ji herêmê vekişin, em ne bê çare ne. Jixwe ji niha ve li ser stratejiya xwe ya yekitiya Sûriyê, bi rejîma Sûriyê û Rûsyayê re muzakereyên xwe didomînîn. Lê di heman demê de ji DYA û hêzên koalîsyona li dijî DAIŞ’ê re dibêjin heta niha DAIŞ ji herêmê nehatiye paqijkirin. Lê ev nayê wateya hêzên we nebin, nabe. Ev baweriya siyaseta we tune dike û bêîstîkrariya siyaseta we eşkere dike. Di heman demê de Kurd dibêjin bi hevkarên xwe re durist tev bigerin. Kurd ji Rûsyayê re dibêjin heke bi rastî hûn yekitiya axa Sûriyê dixwazin, divê hûn li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derkevin û ji bo Efrînê lêborîna xwe ji gelê me bixwazin.

Kurd çi rejîma Sûriyê dixwazin bizimanekî vekirî eşkere kirin:

1- Yekitiya axa Sûriyê.

2- Sîstema Sûriyê dê sîstemeke komarî ya demokratîk be, rêveberiyên xweser beşek ji vê sîstemê ne.

3- Dê nûnerên rêveberiya xweser di parlemana navendî ya li Şamê de hebin.

4- Li kêleka ala Sûriyê dê alên rêveberiyên xweser jî hebin.

5- Xebatên dîplomasiyê li herêmên rêveberiyên xweser bi awayê ku ne li dijî berjewendiyên gelên Sûriyê û ne li dijî makezagonê (destûr) bin, bêne birêvebirin.

6- Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşek ji artêşa Sûriyê ne, ew berpirsên parastina sînorên Sûriyê ne.

7- Hêzên Ewlehiya Hundirîn li herêmên rêveberiyên xweser, girêdayî meclisên herêmî dixebitin, bi awayê ku ne li dijî makezagona Sûriyê be.

8- Li herêmên rêveberiyên xweser zimanê dayikê zimanê perwerdeyê ye, zimanê fermî jî li Sûriyê erebî ye.

9- Li herêmên rêveberiyên xweser li fakulteyên dîrok, çand, ziman û wêje û beşên girêdayî wan, zimanê perwerdeyê dê zimanên herêmî bin.

10- Xêr û bêrên (dewlemendî) Sûriyê bi awayekî dadmend li herêman bêne belavkirin.

Kî naxwaze ew wan êrîşan dike!

Li gorî vê adresên êrîşan gelek in. Yan hema her kes naxwaze hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vekişin. Lê yê ku herî zêde naxwaze, dewleta Tirk a dagirker e. Berî niha jî min gotibû adresa êrîşa Minbicê û ya herî dawî li Şedadê îttifaqa nû ya dewleta Tirk, Heyet Tahrîr El-Şam û DAIŞ’ê ye. Ez bawer im di demeke nêz de gelek delîl jî di vê mijarê de dê derkevin.

(bm)

ANHA