‘Hevpeyman û çareyên bê Rêveberiya Xweser dê kêm bimînin’

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser got: “Çi siyaset an jî hevpeyman bêyî beşdariya nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bikevin, dê kêm bimînin.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir ku encamnameyên rûniştina Astana 13’eyan ku beriya çend rojan lidarket, projeya Rêveberiya Xweser wek projeyek nîjadî û parçekirinê bi kir û wiha got: “Ev îdea derewin û ti bingehên wê ji rastiyê re tine ne.”

El-Mihbaş wiha domand: "Projeya me, projeyekî neteweyî ya nimûneyî ye ku bi yekîtiya xaka Sûriyê, serxwebûn û serweriya xaka wê bawer e. Tewanên li me hatine kirine, hevkariya hevbeş a di navbera beşdarên kongreye (Rûsya, Tirkiyê û Îran) de ne. Ji ber projeya me ji wan re metirsî ye."

Hevserokê Meclisa Rêveber tekez kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên xwe şerê terorîzmê kirin, bi serketin û di oxira wê de bi hezaran şehîd û birîndar dan. El Mihbaş got: “Ji lew re her xebateke siyasî bêyî beşdariya me, çi di aliyê formekirina destûrê de û çi jî di aliyê hevpeymanan de be, dê xebat kêm bimîne û bi ser nakeve."

El-Mihbaş destnîşan kir ku gefên Tirkiyê yên li dijî gelê herêmê nasekinin, li gel wê jî projeyên dagirkirinê hene. Mihbaş got: “Di serî de armanc derbekirina projeya demokratik e. Ji ber ku ew ji vê projeyê ditirsin.”

El-Mihbaş anî ziman ku hîna şerê li dijî şaneyên veşartî yên terorîstan berdewam û wiha pê de çû: “Şêniyên herêmê bi kordîneya Koalîsyona Navdewletî şerê van şaneyan dikin. Berovajî vê jî dewleta Tirk derbasbûna terorîstan ji herêmê re hêsaan dike û ewlehiyê ji bo terorîstan çêdike.”

Hevserokê Meclisa Rêveber wiha gotina xwe bi dawî kir: "Armanca Tirkiyê derbkirina projeya demokratîk, tevlihevî çêkirin û nearamî çêkirine. Vê yekê jî bi tevgerkirina şaneyên terorîstan dike. Armanca vê yekê jî jinûve geşkirina terorîzmê ye.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din