Hevpeymana Erdogan- El-Sîrac çi ye?

Nerazîbûna herêmî û navdewletî ya ji lihevkiriya Tirkiyê ya li gel Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê re zêde dibe. Hemûyan fikarên xwe ji vê lihevkirinê re anîn ziman. Parlamentoya Lîbyayê bi "Îxaneteke" ji aliyê El-Sîrac ve bi nav kir. Gelo ev lihevkirin çi ye?

Lihevkirina Tirkiyê ya li gel Hikûmeta Wîfaq a bi serkêşiya Fayiz El-Sîrac bi nerazîbûna hundirîn û derve hate nîşandan. Hemû dibînin ku li dijî berjewendiyên wan in.

Dewleta Tirk bi Hikûma Wîfaq a Lîbyayê re ya bi serkêşiya Fayiz El-Sîrac re du mûzakereyeke lihevkirinê îmze kirin. Yek derbarê serweriya li herêmên deryayî yên li Deryaya Spî de ye  û ya din der barê hevkariya ewlehî û leşkerî ya di navbera herdu welatan de ye. Dibe ku ev lihevkirina asta aloziya li Rojhilata Navîn zêde bike.

Hikûmeta El-Wîfaq xwe xist şerekî nû bi aliyên derve re, Qibirs, Yewnanistan, Misir, Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî.

XWEZAYA LIHEVKIRINÊ Û BANDORA WÊ LI HERÊMÊ

Tirkiyê bi beravên Lîbyayê re, di nav de Deryaya Spî hevkariyê dike. Ev lihevkirin li pêşiya Yewnanistanê dibe asteng û nahêle hevpeymanên aborî bi Qibrisa Yewnanistê re îmze bike, her wiha nahêle Misir heman hevpeymanan bi artêşa Lîbyayê re ya bi serkêşiya Hefterê re îmze bike.

Li gorî qanûnên navdewletî, dewletek dikarî heta tenê 200 mil deryayî sûdê ji berhemên kanzeyan bigire heger nakokî bi dewleta din re dernekeve. Tirkiyê jî vê yekê dibîne ku dikarê biçe herêmên din bêyî ku mîna van hevpeymanan îmze bike.

Her wiha hevpeymanên dabeşkirina deryayî û hevpeymana destekdayîna leşkerî û ewlehî hene ku ji Misirê re fikarên mezin çêkir. Li gorî hevpeymanên leşkerî, balafir û rêyên Lîbyayê ji bo mijarê leşkerî têne bikaranîn.

'ERDOGAN JI BO BERJEWENDIYÊN XWE KAXEZAN TEV LI HEV DIKE'

Girêdayî vê mijarê nivîskar û şîrovekarê siyasî Dr. Cibraîl El-Ubeydî got: "Hevpeymana El-Sîrac û Erdogan binpêkirineke qanûnî û siyasî xeter e. hevpeymaneke ku tu sîfetên wê yên qanûnîn tine ne."

El-Ubeydî anî ziman ku "Hikûmeta El-Wîfaq, hêzeke ne qanûnî ye û ne di çarçoveya destûra Lîbyayê de ye. Em texmîn bikin ku cîhanê meclisa serokatî ya îtrafî bi hikûmeta Wîfaqê bike û li gorî lihevkirina Sixêrat a şerm, ne mafê ye ku bêyî endamên meclisa serokatiyê peymanan îmze bike, ne mafê El-Sîrac e ku bi tena serê xwe îmze bike ev jî li gorî hevpeymana Sixêrat a ku Tirkiyê- Erdogan sponseriya wê dike."

Nivîskarê Lîbyayê diyar kir ku "Tişta ku rû daye xirabkirin û lîstokeke siyasî ye, yek ji hewldanên Erdogan ên berfirehkirina projeya xwe ya Osmaniya duyemîn e ku xeyal dike bibe sultanê wê. Lê ev berfirehbûn dê kevirê rewşa siyasî beriya ku xeyalê Osmaniya nû pêk were dê li serê Erdogan bikeve."

Nivsîkarê Lîbî di dawiya axaftina xwe de got: "Erdogan bi kaxezan dilîze da ku qezenciyan derveyî hêza xwe ya leşkerî bigire. "

ANHA


Mijarên Din