Hevpeymana Serdemê dê piştî hilbijartinên Îsraîlê bê ragihandin

Reutersê li ser zimanê serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku îhtîmal e ku plana aştiyê ya ku şêwirmendê Koşka Spî Jared Kushner daniye, piştî hilbijartinên Îsraîlê ku dê 17`ê Îlonê pêk bên, were ragihandin.

Zavayê Donald Trump û danêrê plana geşedana aborî ya bi nirxê 50 milyar dolarî Jared Kushner, bi armanca mîsogeriya aştiyê li herêmê ye. Plana geşedanê ji welatên mîna Misr, Filistîn, Urdun û Lubnanê re ye.

Rêveberiya Trump ji destpêka sala 2017`an ve ku plana aştiyê li Rojhilata Navîn, da ku dawî li şerê Filistînê û Îsraîlê bîne, saz kiriye û bi awayekî fermî di destpêka sala 2018`an de pêşkêş kir. Lê ji ber rewş ne guncaw bû, hate paşxistin.

Şêwirmendê serok Trump, Jared Kushner tekez kir ku plan piştî hikumeta koalîsyonê li Îsraîlê were avakirin, dê were ragihandin. Hikumeta Îsraîlê piştî hilbijartinên 9`ê Nîsana 2019`an û piştî meha Remezanê hate birêvebirin.

Komxebateke aborî li Behreynê li naverasta kantona Filistînê hate avakirin û ji ber hurgiliyên çareseriya siyasî nediyar bûn, ji aliyê raya erebî ve hate redkirin, her wiha tenê îşaret bi parçebûna aborî hate kirin.

(eh)


Mijarên Din