Hevrêtiya du lehengan- Binefş SARYA

Wan bi safî û dil tenikiya zarokitî, bi kelecana dîtina xwişka xwe Binefşa Doçkaçî berê xwe dane bedewiya çiyayên Xakurkê û bûn rêwiyên rêya bê veger. Di 15’ê Gulana 1992'an de, bi hilatina rojê re herdû xwşikan xeyala dîtina xwişka xwe ya mezin û lehenga jiyana xwe di serê xwe de dihûnandin. Bi şabûna zarokên ku li benda hatina cejinê ne, li ber dayika xwe sekinîn û bi dorê cilên xwe yên rêwîtiya dirêj li xwe kirin. Ji ber meha buharê bû duniya hîna gelekî hênik, heta mirov dikare bêje sar bû. Ji bo herdû zarokên dil Deryayî necemidin dayika wan piştî ku kirasên wan ên Kurdewarî li wan kir, her yekê ji wan jî desmalek hevrîşimî li serê wan pêça û bavê wan baş tembîh kir ku nehêle keçikên wê li serê çiyan bicemidin û piştî 15 rojan wan bi xwe re vegerîne malê. Bavê wan jî soza vegerandina zarokan da dayika wan û li maşîneya ku pişta wê bi tenîkeyên ava firingiyan ya kelandî hatiye dagirtin siwar bûn û berê xwe dane rêya çiyayê Xakurkê. Herdû zarokan heta ji ber çavê dayika xwe winda bûn li paş xwe vedigeriyan herdu destên xwe yên biçûçk ji dayik û xwişkên xwe re li ba dikirin. Wan jî wisa dihizirîn piştî 15 rojan dîtina xwişka xwe ya mezin wê li dayika xwe vegerin.

Piştî 15 rojan bavê herdu zarokên leheng li dayika wan vegeriya, pirsa dayikê ya yekem ev bû. Ka herdu zarok? Bersiva bavê; wê heya demek din li gel xwişka xwe û hevalan bimînin û piştre ez ê herim wan bînim. Lê mixabin ku piştî demek kurt şerê îxanetê yê bi hevkariya YNK’ê û pêşengtiya PDK’ê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser qadên gerîlayan dest pê kir û hemû gerîlayên li wan çiyan ketin nava pevçûnên dijwar. Herdu zarok û xwişkên delalî jî neçar dimînin bi gerîlayan re cihê xwe di nava şerê man û namanê de bigirin. Her çendî gerîlayan nedixwest wan zarokan bikin nava şer jî, lê wan xwe zarok nedîtin û cihê xwe di nava şer de didane avakirin. Wan wiha digot, “ger em nikaribin çek bigirin di çeperan de şer bikin jî, lê em dikarin ji hevalên di çeperan de cebilxane, av û arxavkê bibin. Em jî dikarin bi şêwayekê van çiyayan biparêzên.” Ew êdî di wî şerî de bibûn du gerîlayên biçûk û hêza moralê hevalan. Denîz li gorî Sarya hinek din mezintir bû. Ji ber Denîz dibe xwişka mezin gelek caran dikare ferman jî bide Sarya. Gelek caran di nava şer de Denîz fermandariyê ji Sarya re dike, rastî û dijwariya şer, zaroktiya wan ji bîra wan dibe, ya rast ne tenê ji bîra wan dibe, di heman demê de jibîra hevalên derdora wan jî dibe. Şer wan neçarî mezinbûnê dike. Di nava çend rojan de Denîz û Sarya dibin du gerîlayên çalak yên eniyên şer û bê navber ji çeperên hevalan re cebilxane dibin û alîkariya birîndaran dikin wan ji çeperên pêş ên şer bi paş de dibin.

Piştî 45 rojan ji şerê bê navber, hevala wan û mamosteya wan a jiyanê Bêrîtan Hêvî xwe ji latên çiyayê Xakurkê davêje xwarê û şehîd dikeve. Di wî şerî da gelek gerîlayên din li ber çavên wan herdu zarokên leheng şehîd dikevin û ew jî dibin şahidê dijwariya şer û jiyana gerîla. Piştî paşvekişîna gerîla ya li wargeha Zelê, Denîz û Sarya biryara xwe didin ku bibin gerîla û carek din venegerin malê gel dayik û bavê xwe. Piştî şer her çendî hevalên wan, fermandarên herêmê, dayik û bavê wan daxwaza wan ya vegerê dikin jî, lê ew bi îsrara xwe di nava refên gerîla de dimînin û dibin du gerîlayên biçûk. Rêwîtiya Denîz û Sarya ya di nava refên gerîla de wiha dest pê kir. Sarya ya biçûk û hevrêya Denîzê di 8’ê Tebaxa 1999’an de li serê çiyayê Metînan dikevin xefka pêşmergên PDK’ê, hevala Sarya Medya bi awayekî giran birîndar dibe, ji ber Sarya nikare hevala xwe Medya xilas bike ew jî li gel wê dimîne. Dema dizanin wê bi saxî bikevin destê pêşmergan Sarya narincoka xwe di bedena xwe û Medya yê de diteqîne û bi wê şêwayê şehîd dikevin. Denîz di wan salan de li çiyayên Botanê li Feraşînê gerîlatiyê dike. Piştî salên dirêj yên têkoşîn, kedê, fedekarî û lehengiyê. Vê carê jî Denîz di sala 2007’an de têkoşîna xwe di nava xebatên çapemeniya jin de didomîne. Ji sala 2007’an heyanî 8’ê Tebaxa 2014’an Denîz bê navber û bi awayek herî çalak di çapemeniya azad de bû dengê gerîla, jin, zarok, ciwan û gelê herêmê. Denîz bê navber bû pênûsa hemû hevalên xwe yên gerîla, wê her hewl da kenê çavên gerîla bi kamereya xwe û pênûsa xwe bike malê cîhanê û herî dawî jî bû dengê qêrîna gelê Şengal û Mexmûrê. Têkoşîna Denîz û Sarya hîna jî bê navber bi têkoşîna hevrêyên wan re tê domandin.

ANHA