Hevserokê Meclisa Hecînê: Tirkiye hewl dide tevahiya Sûriyê dagir bike

Hevserokê Meclisa bajarokê Hecînê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê  hewl didin tevahiya pêkhateyên herêmê qir bikin û herêmê dagir bikin.

Hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê li gundewarên Dêrazorê Selah Ismaîl El-Selman got armanca artêşa Tirk a dagirker ne avakirina "herêma ewle" ye, hewl dide herêmekê ava bike ji bo ku çeteyên xwe biparêze û dewleta Osmanî vegerîne.

El-Selman diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi rêya koma çeteyan û kujeran hewl dide tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike. El-Selman wiha domand: "Armanca artêşa Tirk a dagirker ji destpêka êrişan ve li ser herêmê diyar e. Ew demografiya herêmê diguherîne ji bo ku tevahiya Sûriyê kontrol bike."

El-Selman tekez kir ku ji bo ku li hember êrişên Tirkiyê were sekinandin, hevgirtina tevahiya çînên gel û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêwîst e.

(şx)

ANHA

 

 


Mijarên Din