Hevserokê MSD`ê encamên gerên dîplomatîk ên nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin - 1

Hevdîtinên dîplomatîk ên nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hundir û derveyî herêmê rojeveke siyasî bi pêş xist û di hevdîtinan de projeya Rêveberiya Xweser a der barê çareseriya aloziya Sûriyê de ji aliyan re hate vegotin.

Piştî berxwedana QSD’ê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi navê “Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê” di 9’ê Cotmeha 2019’dan de, li dewletên rojava û Rojhilata Navîn gelek hevdîtinên nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin. Di hevdîtinan de pêşwazîkirineke mezin a dîplomasiyê ya derve li ser projeya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hebû.

MSD’ê di çarçoveya çawaniya helwesta li hember dagirkirina dewleta Tirk a xaka Sûriyê de, beşdarî gelek civîn, forum û kongreyan bû. Ji van, hedîtina; bi Kongreya Wezaretên Karên Derve yên Erebî li Qahîreyê, hevdîtina nûnerên dewletên Ewropayê li Brukselê, hevdîtina wezîrê karên derve yê Vatîkanê, hevdîtina wezîrê karên derve yê Denmarkê û her wiha hevdîtinên li gel dewleta Misrê hevdîtinên giringbûn.

Der barê hevdîtinên nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên MSD’ê û Rêveberiya Xweser de, hevserokê MSD’ê Riyad Derar bersiva pirsên ANHA’yê yên li ser mijarên helwestên dewletên Ewropa û yên Erebî dan.

Riyad Derar got: "Gelek serdan pêk hatin û hê jî berdewam in. Lê serdanên girîng ên ku pêk hatine, serdana Brukselê, hevdîtina bi nûnerên dewletên Ewropayê re, beşdarbûna li civîna nûnerên dewletên Ewropayê ya taybetiya piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Brukselê ya nîqaşkirina li ser rewşa heyî û êrişên dewleta Tirk li herêmê, bûn."

CARA YEKEM HEVDÎTIN BI WEZÎRÊN KARÊN DERVE RE PÊK HATIN’

Derar der heqê serdanên girîng ên li ser asta dewletan de wiha got: “Me serdana wezaretên karên derve yên Ewropa û rojava, parlamentoyên dewletan û wezaretên karên derve yên erebî kiriye, ji wan jî hevdîtinan bi wezîrê karên derve yê Vatîkanê û yên Danmarkê re bûn. Ev cara yekem e ku hevdîtin bi wezaretên derve re pêk tên. Her wiha berê çalakî li ser astên xebat û aliyên siyasî yên nefermî pêk dihatin. Lê niha em di merheleyên dîplomasî yên derve de bihêztir in ku ew dixwazin hevdîtnan bi me re pêk bînin. Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên me, mezinbûneke dîplomatîk pêk anî, deriyên derve li pêş projeya me da ku nêrînên xwe yên çareserkirina aloziya Sûriyê nîqaş bikin, vekirin.

‘MISIR DEWLETEKE PÊŞENG Û MEZIN E Û DÊ PIŞTA XWE DI PÊŞEROJÊ DE BIDIN ROLA MISRÊ’

Derar da zanîn ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeyvîn bi gelek dewlet û aliyên erebî re, bi dewletên Ewropî û rojavayî re jî pêk anîne û wiha anî ziman: "Gelek serdan û hevpeyvîn li dewletên mîna; Îmarat, Erebistana Siûdiyê, Urdin û Misrê, bi hewldana eşkerekirina rûyê rastîn ê rewşa Sûriyê, êrişên dewleta Tirk li dijî wê, bandorkirina wan êrişan û nîqaşkirina mekanîzmaya dan û standina bi van êrişan re, pêk hatin. Her wiha bi rêya vexwendnameya Wezareta Karên Derve ya Misrê, beşdarî kongreya wezaretên derve ku li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê û dewletên erebî li dar ketiye, bûn."

Riyad Derar wiha domand: "Beşdariya me di kongreyê de rastî pêşwazîkirineke mezin ji hêla dewletên erebî ve hat, her wiha ev kongre, destpêka jinûveyekkirina pergala erebî bi rêya vê projeyê û sekna li hember êrişên dewleta Tirk e.

Komara Misrê pêşeng û mezin e, dikare dewletên erebî li hev kom bike. dê em jî pişta xwe bidin rola Misrê li ser pêşerojê û rêbazên dan û standina pê re heta ku bibe piştevanê çareseriya siyasî li Sûriyê û piştgiriya çareseriya dan û standina rastîn a bi encam ku aloziya Sûriyê çareser bike.

‘MIJARA SEREKE BIDAWÎKIRINA ÊRIŞÊN TIRKIYÊ BÛ’

Der heqê mijar û nuqteyên sereke ku di hevdîtinên dawîn ên MSD’ê de li ser hevdîtinên dîplomatîk de Derar wiha pê de çû:

"Mijarên sereke; li ser êrişên dewleta Tirk, rêbazên sînordarkirina van êrişan û bandora wan, çareserkirina dijminatiyê û bandora wê li ser herêmê, vegerandina herêmê, mijara endamên rêxistina terorîstên DAIŞ’ê û malbatên wan, bûn. Her wiha ya girîng jî hatin nîqaşkirin, der barê nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rêveçûna pêşerojeya çareserkirina aloziya Sûriyê û bandora encamên hevdîtinan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî di pêşerojê de, bûn."

Derar îşaret bi helwestên dewletên rojava û erebî di der heqê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir ku mixabîniyên xwe li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar kirine û wiha got: "Tevahiyan bertek li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşkêş kirin. Lê belê dewleta Tirk, bandora wê ya mezin li ser hundirê Ewropayê heye. Di nîqaşên xwe de bal kişand ser bandora neyênî ya êrişên dewleta Tirk li ser pêşeroja herêmê, Ewropa û hewldana wan a şermezarkirina çeteyan û navlêkirina wan wekî çete."

 ‘GELEK SENARYO DI DOZA DADGEHKIRINA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DE DERKETIN’

Têkildarê mijara dosyaya çeteyên DAIŞ’ê, malbatên wan û helwestên dewletên Ewropayê, Derar destnîşan kir ku hewldan û senaryo ji hêla dewletan ve hene û her wiha ji hêla Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî hene. Lê belê tu lihevkirin heta niha pêk nehatin û wiha got: "Li ser gelek senaryoyan a dosyaya DAIŞ’ê de nîqaş hatin kirin. Yek jê jî pêwîstiya li ser dadgehkirina DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatyê Sûriyê bu. Ji ber ku tevahî belge û delîl li wir hene, dadgehkirina ferdî jî ya her welatekî hat pêşniyarkirin, ya din jî li ser dadgehkirina DAIŞ’ê li Iraqê jî hat nîqaşkirin. Lê belê ev pêşniyar lawaz bûn, ji ber dê nirxeke madî ya zêde budce bibe ku li Iraqê werin dadgehkirin."

Derar piştrast kir ku tevahî senaryo hê jî di nîqaşê de ne û heta niha negihiştine lihevkirineke dawî.

 ‘VETOYA TIRK LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ LAWAZ BÛ’

Girêdayî mijara beşdariya nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rêvebirina pêşerojê ya çareserkirina aloziya Sûriyê de, Derar piştrast kir ku, dê bibin parçeyekî girîng di rêvebirina pêşerojê ya çareserkirina aloziya Sûriyê de û wiha dewam kir: "Di her hevdîtineke xwe de, me bang kir ku pêwîst e nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêşeroja Sûriyê û çareserkirina aloziya wê de beşdar bibin."

Derar bal kişand ser ku, vetoya dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ji berê lawaztir bûye û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku hejmarên hevrikên dewleta Tirk li rojava û Rojhilata Navîn zêde bûne, niha rola me ya herî guncaw e di tu rêveçûneke pêş de, piştî ku em ji desteya danûstandinê, Cinêv û Astana hatin dûrixistin."

Li ser tevgerên dîplomasî yên dawîn, civîn, serdan, hevdîtin û bandora li ser aloziya Sûriyê bi taybet li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Riyad Derar wiha axivî: "Hûn dizanin ku her dewletek li gorî raporên ku dikevin destên wan, hesabên xwe hene û li gorî wê siyasetên xwe yên pêşerojê ava dikin. Me îro li ser serdan û civînên ku ew siyaset guhartine axivî, ji ber me yekser projeyek dûrî raporên çewt ku ji hin aliyên dîtir ve tên ku rûyekî neyênî li ser projeya me eşkere dike, pêşkêş kir. Dê di pêş de, hê çalakiyên xwe yên siyasî zêde bikin ku bi wê re jî dê tevahî aliyên siyasî yên dijber û dewlet li siyasetên xwe der barê projeya me de, vegerin."

Sibê: Beşdarbûna MSD`ê di avakirina hêzeke siyasî ya nû de û hewldanên ji bo ji nû ve avakirina opozîsyona Sûriyê, ku di çapemeniyê de tê gotin

(fr)

ANHA


Mijarên Din