Hevserokên kantona Qamişlo: Êrîşên şaneyên veşartî encamên gefan in

Hevserokên kantona Qamişlo êrîşên şaneyên veşartî yên li dijî herêmên rizgarkirî şermezar kirin û diyar kir ku bi taybet herêmên aram tên hedefgirtin.

Têkildarî êrîşên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê, hevserokên kantona Qamişlo ji ajansa me re axivîn û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku nûbûna DAIŞ’ê li dijî berjewendiyên mirovahiyê ye û divê pêşiya vê bê girtin.

 ‘Divê gelê me li dijî êrîşên şaneyên veşartî hişyar be’

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusîv êrîş û kiryarên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê şermezar kirin û got: “Ev êrîşên şaneyên veşartî li herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, bi gefên dewleta Tirk re zêde dibin. Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi van gefên dewleta Tirk re xwe nû dikin. Herêmên me ewle ne, yekser armanca van êrîşan têkbirina aramiya herêmê û têkbirina sîstemê ye. Çavkaniya DAIŞ’ê û dewleta Tirk yek e. Divê gelê me ji wan êrîşên  şaneyên veşartî re hişyar be. Me çawa di herêmên xwe de DAIŞ têk bir, em ê bi vîna gelê xwe re jî van kiryarên DAIŞ’ê têk bibin. Banga me ji raya navneteweyî re heye ku destûrê nedin nûbûna DAIŞ’ê.”

‘Divê piştgiriya ku ji şaneyên veşartî re tê kirin, bi dawî bibe’

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Efram Îshaq jî destnîşan kir ku nûbûna DAIŞ’ê di herêmê de li dijî berjewendiyên mirovahiyê ye û got: “Gefên dewleta Tirk û êrîşên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi hev ve girêdayî ne. Ev teqînên dawîn ên li Qamişlo, Hesekê, Reqa, Dêrazor, Tirbespiyê encamên kiryarên di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de ne.  Hedefa me ya esasî parastina ewlehiya herêmê ye. Kiryarên DAIŞ’ê li dijî mirovahiyê ne. Sivîlên herêmê tên hedefgirtin. Em bang li hemû dewletan dikin ku êrîşên li ser herêmên me yên aram bidin sekinandin. Divê piştgiriya ku ji şaneyên veşartî re tê kirin, bi dawî bibe.”

ANHA


Mijarên Din