Hevserokên nû yên Meclisa Qanûnsaz a Cizîrê diyar bûn

Îro Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê civînek li dar xist û Hisên Ezam û Ariya Mele Xelef wek hevserokên nû yên Meclisa Qanûnsaz diyar kirin.

Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê îro civînek li dar xist. Civîn li navenda meclisê ya li navçeya Amûdê hate lidarxistin. Di civînê de Hisên Ezam û Ariya Mele Xelef wek hevsrokên nû yên meclisê û Îlham Mitlî û Mihemed Mustefa wek cîgirên hevserokatiya nû ya meclisê hatin hilbijartin. Her wiha hejmara endamên meclisê ji 60’î derket 90’î.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis, Nezîra Gewriyê û hevserokên hinek desteyên meclisê beşdarî civînê bûn.

Hisên Ezam û Ariya Mele Xelef û 30 endamên nû yên meclisê li pêşiya beşdaran sûnd xwar.

(bx)

ANHA

 


Mijarên Din