Hevserokên PYD`ê Eyşe Hiso û Enwer Muslim  kî ne?

Di kongreya Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) de Eyşe Hiso û Enwer Muslim wek hevserokên partiyê yên sêyemîn hatin hilbijartin. Gelo Eyşe Hiso û Enwer Muslim kî ne?

Di 24 û 25`ê Sibatê de Kongreya 8`emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk lidar ket. Di dawiya kongreyê de Enwer Muslim û Eyşe Hiso wek hevserokê partiyê hatin hilbijartin.

EYŞE HISO KÎ YE?

Eyşe Hiso di 7`ê Gulana 1978`an de li gundê Şêx Xurzê yê girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ji dayîk bûye. Astên xwendinê yên seretayî, navîn û amadehî li bajarê Helebê diqedîne. Xwendina amadehî beşa edebî bi dawî dike. Lê ji ber hewşên wê di karê siyasî û têkoşînê de xwendina xwe temam nake. Ji ber wê rastî gelek tengaviyên hêzên emnî û rêveberiya dibistanan tê.

Eyşe di destpêka aloziya Sûriyê de di 2011`an de bi awayekî berfireh dest bi karê siyasî kir. Tev li Partiya Yekîtiya Demokratîk bû û piştre xebatên xwe di Tevgera Civaka Demokratîk de domand. Wek hevserokê tevgerê ya bajarê Efrînê kar kir. Piştî salekê tev li avakirina komînan bû û piştre meclisên gelêrî. Piştre cih di rêveberiya kantonê de girt. Her wiha di rêveberiya koordînasyona Kongreya Star de li ser asta kantona Efrînê xebitî.

Di vê dawiyê de Eyşe Hiso tev li çalakiyên Kongreya 7`emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk bû û wek hevserokê partiyê li rex Şahoz Hesen hate hilbijartin.

Eyşe Hiso helbestvan û wêjevan e. Ji biçûkahiya xwe ve xwedî vê behreyê ye. Her wiha tev li gelek panel û şevbuhêrikên helbestan bûye.

ENWER MUSLIM KÎ YE?

Enwer Mihemed Fayiq Muslim sala 1976`an de li bajarê Kobanê jidayîk bûye. Enwer ji Fakulteya Hiqûqî ya bajarê Helebê derçû. Di sala 2005`an de, xwe di Sendîqeya Parêzeran a Helebê de qeyd kir û xebatên mafên mirovan meşand. Di heman salê de, Enwer Muslim bi komeke ji parêzerên Heleb, herêma Cizîrê û Firatê, Komîteya Parastina Girtiyên Siyasî yên di zindanê Sûriyê de, ava kir û piştre bû Rêxistina M.A.D  a Sûriyê ya Mafên Mirovan.

Beriya destpêkirina şoreşa Sûriyê, Enwer Muslim di 11`ê Çileya 2011`an de ji aliyê rejîma Sûriyê ve bi tewanê siyasî hate girtin. Di 2`ê Nîsana heman salê de, Muslim hate berdan. Piştî ku Enwer Muslim ji girtîgehên Sûriyê derket, xebata xwe ya siyasî li herêmê û Sûriyê dewam kir.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmeha sala 2012`an de li herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xeta sêyemîn ji xwe re hilbijart, Enwer Muslim têkoşîn û xebata xwe ya di nava Komîteya Têkiliyên Giştî ya TEV-DEM`ê dewam kir ku wê demê sîwana siyasî û civakî ya gelek partiyên siyasî bû. Piştre veguhirî sîwana rêxistinên civaka sivîl li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. 

Bi ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava ku di destpêkê de, li ser sê kantonan bû, Enwer Muslim wekî Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê hate hilbijartin.  Enwer Muslim bi giyanê xwe yê niştimanî xizmeta gelê kantonê kir û dema êrişên çeteyên DAIŞ`ê di Îlona 2013`an de, bi komek ji şervan û şêniyên Kobanê di nava bajar de liberxwe da û heta rizgarkirina Kobanê di 26`ê Çileya 2015`an ji Kobanê derneket.

Ji bo şirovekirina berxwedaniya lehengî ya şervanên YPG û YPJ`ê û gel li Kobanê, her wiha gihandina rastiya herêmê û wêraniya ku di encama êrişên DAIŞ`ê li Kobanê çêbûye. Enwer Muslim tevlî gelek kongre û platformên li cîhanê û Kurdistanê bû.

Enwer roleke xwe ya mezin di jinûve avakirina Kobanê piştî êrişên çeteyên DAIŞ`ê ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin, hebû. Piştre Enwer Muslim erka xwe wekî hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê heta ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6`ê Mijdar 2018`an de, dewam kir. Pişre, Enwer Muslim wekî Hevserokê Herêma Firatê ku kantonên Kobanê û Girê Spî di nava xwe de digirt, hate hilbijartin û heta dawiya sala 2019`an, xebata xwe dewam kir.

Piştre, Muslim istîfa xwe pêşkêş kir û têkoşîna xwe di nava PYD`ê de dewam kir.

Di kongreya 8`emîn a PYD`ê de, Enwer Muslim û Eyşe Hiso wekî hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatin hilbijartin.

 (şx-kc)

ANHA


Mijarên Din