Hewildanên ji bo jinûve avakirina taxa Eşrefiyê

Şêniyên taxa Eşrefiyê ya Helebê hîna zehmetiyê ji bandorên rûxandinê ku çeteyên li taxê pêk anîn, dibînin, rêjiya rûxandin gihaşt ji sedî 80, jê malên şêniyan û binesaziya wê jî rûxiya, di demeke ku rewşa aborî ya şêniyan û derfetên kêm ên şaredariyê têrî sererastkirina wê nake.

Çîrokên binpêkirin û kiryarên çeteyên artêşa Tirk a dagirker û komên wê pir in, bajarê Helebê jî yek ji parçeyên mezin ku rastî sûcên şer dijî gelê Sûriyê hat.

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê rûxandineke mezin li herêmên ku dagir kirin, pêk anî, her wiha binesazî û cihên xizmetguzeriyê jî rûxand, komên çete mal û milkên şêniyan rûxandin.

Taxa Eşrefiyê mînaka herî berbiçav a hovîtî û binpêkirinên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ye.

Piştî rizgarkirina taxa Eşrefiyê ji komên çete û destpêka vegera şêniyan, şêniyan dîtin ku malên wan rastî talankirinên mezin hat, çeteyan heta kabloyên kehrebê yên malan jî dizîn.

Der barê mijarê de, welatiyê bi navê Ismaîl Nedîbo ji pêkhateya Ereb e ji şêniyê Eşrefiyê ye wiha got: "Malên me xirab û rûxandin, hemû kebloyên kehrebê kişandin û dizîn, derî û her tişt dizîn.  Piştî rizgarkirina herêmên me, ez vegeriyam mal, ez vegeriyam mala xwe min nas nekir, ez hewl didim vegerînim mîna berê, lê vala ye, jiyana me hemû rûxandin."

Ji sedî 80 tax hate rûxandin

Ji taxên Helebê yên herî zêde xirab bû, taxa Eşrefiyê û taybet herêma di navbera taxa Benî Zêd û Seken Şebabî ye, rêjiya xirabbûna wê ji sedî 80`ê ye li gorî meclisa xizmetguzeriyê ya taxa Eşrefiyê diyar kir. Jê ji sedî 50 ku zêde xirab bûye û nayê sererastkirin. Lê beşa din ku tê sererastkirin, ew derfeteke pir dixwaze û alavên rakirina bermahî û jinûva sererastkirinê tune ye.

Ji ber sedemên ku li pêşiya jinûva avakrinê ji dema rawestandina şer ji zêdetirî 2 salan e, ew e ku sererastkirin derfeteke aborî mezin ji ber bilindbûna madeyên lêkirinê dixwaze û li kêleka kêmbûna alavên Şaredariya Gel a taxa Eşrefiyê.

Der barê mijarê de, endamê meclisa xizmetguzeriyê ya taxa Eşrefiyê Elaa El-Dîn Elo teqez kir ku ew bi hemû rêyan hewl didin xizmetguzeriya sereke ya taxê peyda bikin, ji sererastkirina xetên avê, paqijkriina kolanan ji bermahiyên şer û sererastkirina cihên giştî li gorî derfetan.

Rewşa madî ya şêniyan a dijwar xebatên avakirin û restorekirinê dereng dixe

Meclisa Xizmetguzarî ya taxê destnîşan dike ne ji erka wê ye ku milkên taybet ên şêniyan restore bike. Tenê xebatên wê di çarçoveya restorekirina cihên giştî yên ku zirar dîtine de dimîne. Ji ber wê şênî li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst ji bo ji nûve avakirinê, neçar dimînin milkên xwe sererast bikin.

Ji ber rewşa aborî ya şêniyan a dijwar, xebatên restorekirinê tenê li ser pêwîstiyan dimîne. Mînak tenê dîwarek ku berê hilweşiye tê lêkirin yan jî qulek ji ber topan çêbûye tê girtin.

Şêniya bi navê Hacer Şêx Abdullah Safî ji şêniyên taxa Eşrefiyê ye dibêje dema tax rizgar bûye û vegera şêniyan, di wê demê de û heta niha nikarin mala xwe bi temamî restore bike. Belkona malê hilweşiye û aliyê bakur rojhilatê malê bi hewcedariya avakirinê ye. Xebatên restorekirinê tenê di çarçoveya çêkirina derî û pencereyan de û dirêjkirina xetên kehrebeyê dimîne. Hacer destnîşan kir ku heta niha nîv milyon lîreyên Sûriyê li ser sererastkirina mala xwe xerc kirine.

(jo)

ANHA


Mijarên Din