Hewldana revê ya jinên DAIŞ‘î ji kampa Holê hate têkbirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a  kampa Holê hewldana reva jinên DAIŞ’ê têk bir. Di nav de jinek hebû ku di navbera jinên DAIŞ‘î yên li kampa Holê û rayedarên DAIŞ’ê yên li parêzgeha Idlibê de koordîne dikir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampa Holê berbanga îro 5 jinên DAIŞ’ê yên welatiyên Rûsyayê tevî 13 zarokên di navbera 1 heta 17 saliyê de ne, dema hewl didan birevin girtin.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di kamê de zêdetirî 66 hezar koçber û penaberên ji Iraqê hene. Her wiha zêdetirî 40 hezar malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên sûrî, iraqî û biyanî hene. Ji ber vê yekê xetertirîn kampên di cîhanê de ne.

Jinên hewl didan birevin, cilekî ne wekî jinên DAIŞ`ê yên din li ber xwe kiribûn, da ku gumanan li ser xwe rakin.

Têkilarî hewldana revê çavkaniyekê ji Hêzên Ewlehiyê ragihand ku hewldana revê di saet 4 sibehê de û li cem sûra başûrê kampê çêbû. Piştî kamîreyên çavdêriyê û parêvanên liv û tevgera jinan li wir şopand hewldan negiha serî.

Li gorî agahiyên ku hetine bidestxistin di nava jinên DAIŞ`î yên girtî de jinek ku têkilî di navbera jinên kampa Holê û serçeteyên DAIŞ`ê yên li parêzgeha Idlibê de koorînde dikir hebû. Navê wê Seyîda Mewlûd Sultan e  hevsera serçete û berpirsê kar û barên rêveberiya malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî Hesen Yaqub e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din