Hewldanên Heyva Sor li Şehbayê ji bo başkirina rewşa tenduristî

Hevseroka Heyva Sor a Kurd a herêma Efrînê Encêla Reşo got navendên saziyê li Şehba û navçeyên Şêrawayê bi hemû hêza xwe ji bo peydakirina dermanan ji şêniyan re dixebitin. Encêla bang li saziyên mirovî kir ku di zûtirîn demê de alîkariyan pêşkêş bikin.

Hejmara navendên Heyva Sor a Kurd li kantona Şehba û navçeya Şêrawayê ku girêdayî kantona Efrînê ne, yên ku di 18`ê Adara 2018`an de neçar man ji malên xwe derkevin, gihaşt 6 navendan.

Di vê derbarê de di her nuqteyekê de bijîşkên şareza yên beşên cuda hene, beşên ku hene yên wekî hundirîn, jinan, dil û hestiyan in. Her wiha tîma destwerdana destpêkê yên 24 saetan xizmetê dikin, hene.

Di vê derbarê de hevseroka Heyva Sor a Kurd a herêma Efrînê Encêla Reşo der heqê rewşên tenduristiyê yên li herêmê de axivî.

Encêla wiha got: “Di werza zivistanê de ji ber sermaya dijwar a rewşa tenduristiyê di asteke xerab de bû, lê di demên dawîn de di rojekê de nêzî 600 rewş dihatin nuqteyên me yên tenduristiyê.” 

Encêla bal kişand ser ku di demên dawîn de nexweşiya laşmanyayê di nav şêniyên de belav bû û bû sedem ku asta nexweşiyên ku şêniyên Şehba û Şêrewayê pê re rû bi rû bimîne bilindtir bibe û wiha pê de çû: "Heta niha hejmar zêdetirî 2 hezarî ye, rastî azar û zehmetiyan bi taybet zarok tên, nimûneya vê yekê ku zarokek hejmara pizikan di canê wî de gihaştiye 100 heban, her wiha ji ber êşa dijwar krîzên dil derdikevin.”

Têkildarî mijarê rojane navend pêşwaziya rewşên derûnî bi taybet ên zarokan dike, bi taybet ku hîn jî di nava tirs û  sawa dengê topên ku dagirkeriya Tirkiyê dema êrîşî kantona Efrînê diavêt dijîn, nexasim zarokên ku li gundên navçeya Şêrawayê dijîn ku her dem rastî bombebaranê tên.

Encêla di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ku ji ber rewşên zehmet ên ku Sûrî bi giştî û herêm bi taybet tê re derbas dibe û wiha got: “Hejmara kadroyên tenduristiyê û bijîşkên pispor kêm e, lê rêveberiya vir bêyî westandin kesên ku ji dil dixwazin di vî beşî de bixebitin, perwerde dikin.”

Her wiha nuqteyên Heyva Sor a Kurd derman, alîkarî û şîrên zarokan ji zarokên yeksalî heta 2 saliyê belav dikin, her wiha kadroyên saziyê serdana malên sivîlan dikin da ku piştgiriya wan bikin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd a herêma Efrînê Encêla Reşo di dawiya axaftina xwe de got endamên saziyê li gorî pêwîstiyan hatine erkdarkirin û wiha anî ziman: "Endam bi rihê fedakarî dixebtin û armanca wan pêşkêşkirina alîkariyan e û rizgarkirina sivîlan e. Em  bang li aliyên peywendîdar dikin ku alîkariyên tenduristî ji şêniyan re pêşkêş bikin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din