Hewldanên Hûsiyan ên hedefgirtina Erebistana Siûdî

Li gor ajansa WAS a Erebistana Siûdî, koalîsyona piştgiriya hêzên rewa li Yemenê şeva duşemê ragihand ku firokeyeke bêpîlot a Hûsiyan ku ber bi Erebistana Siûdiyê ve bi rê kiriye, xistine xwarê.

Berdevkê hêzên koalîsyonê serbaz Tirkî El-Malikî ragihand ku hêzên koalîsyonê şeva berê firokeyeke Hûsiyan a bêpîlot ku ber bi Erebistana Siûdî ve bi rê kiribûn û sivîl dikirin armanc, xistin xwarê.

Di daxuyaniyê de ku ajansa WAS li ser zimanê Tirkî El-Malikî weşandiye, ev tişt hate gotin: “Hûsî di birêkirina firokeyên bêpîlot de da ku kiryarên dijminahî û terorî yên sivîl û avahiyan dikin hedef, berdewam in. Lê tu hedefên wan pêk nehatin û firoke hatin rûxandin.” Her wiha tekez kir ku di pêkanîna bergiriyên bersivdanê yên li dijî wan û perçiqandina Hûsiyan de li gorî qanûnên navdewletî û mirovî û rêgezên aştiyê cidî ne.

Ji aliyekî dîtir ve jî, hêzên deryayî yên koalîsyonê roja duşemê ragihand ku hewldana duyemîn a Hûsiyan a hedefgirtina keştiya bazirganî li başûrê Deryaya Sor têk birine.

Li gorî hûrgiliyên bûyerê, berdevkê fermî yê hêzên koalîsyonê serbaz Tirkî El-Malikî got: "Duşemê danê sibê, Hêzên Deryayî yên Koalîsyona Erebî hewldana terorîst a ji hêla Hûsiyan ve ya hedefgirtina keştiyeke bazirganî li başûrê Deryaya Sor bi rêya keştiyeke biçûk (kelek) bi navê ‘Blue Fish’  ku teqemenî lê barkirî bûn, têk bir.”

El-Malikî diyar kir ku hêzên koalîsyonê keştiya biçûk di dema tevgerînê de dît û rûxand.

Ji aliyekî din ve jî El-Malikî roja duşemê di civîneke çapemeniyê got: “Rêxistinan hewl da şaneyeke xwe li Yemenê damezirîne. Kiryarên hûsiyan jî hebûna terorîstan li Yemenê xurt kir.

El-Malikî li ser operasyona girtina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Usame El-Muhacir li Yemenê axivî ku ew ji Yemenê ye û paşnavên pir dihewîne.

Di dawiyê de Tirkî El-Malikî diyar kir ku şopandina li ser malekê ku hatiye sepandin, serçeteyê rêxistinê tevî hin endamên ji rêxistina DAIŞ’ê li Yemenê ye û tekez kir ku hemû bergiriyên parastina sivîlan der barê operasyonê de ya ku 10 deqeyan dom kiriye, hatin kirin.

(fr)


Mijarên Din