Hewldanên KNK-Rojava yên ji bo yekîtiya Kurdan

KNK-Rojava, li dijî xeteriyên li ser Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi armanca avakirina yekîtiya Kurdî di nava liv û tevgerê deye.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê Şaxê Rojava (KNK- Rojava) xebatên xwe yên bi armanca yekîtiya Kurdan didomîne. Nemaze ku herêmên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava xeteriyê dene. Beriya niha jî kongreyê gelek xebat dane meşandin, li gorî ku dihat xwestin pêk nehat. Ji ber ku gelek aliyên Kurdî girêdayî derve bûn an jî projeyên hin partiyan pêşkêş dikirin, ji gelê Kurd re nedibûn hêvî.

Yên ku lihevkirinên partiyên Kurdî dikin asteng kî ne?

Însyatîfa KNK ji însyatîfên berê yên mîna Desteya Bilind a Kurdî ya di 12‘ê Tîrmeha 2012‘an de li Rojavayê Kurdistanê di navbera Meclisa Rojavayê Kurdistanê û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de hate avakirin cûda bû. Her wiha ji Lêvegera Siyasî ya di 22‘ê Cotmeha 2014‘an de li gorî peymana Dihokê di navbera Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de hate avakirin, cûda bû. Her du tifaq jî stratejî û siyasetên giştî yên avakirina helwesteke kurdî hevpar di hemû mijarên girêdayî gelê Kurd li Sûriyê de, pêk dihat.

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed ku endamekî berê yê ENKS‘ê bû, sedemên avakirina Encumena Niştimanî ya Kurdistanê (ENKS) anî ziman û got: "Hinek hêzan hewl didan siyasetên xwe derbasî herêmê bikin, ji ber vê yekê encumen ava kirin. Bi taybet hin partiyên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê."

Telal got: “Sedema têkçûna Desteya Bilind a Kurd ew bû ku Meclisa Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê çalak bû, lê ti rola Encumena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li ser erdê tinebû û ne amade bû ku karekî li ser erdê bike. Sedema din nîqaş di navbera Komîteya Têkiliyên Derve ya Encumena Niştimanî ya Kurdî û Meclisa Niştimanî ya Sûriyî de hebûn da ku encumen tevlî meclisa Sûriyê were kirin."

Ferqa di navbera însyatîfa KNK û lihevkirinên berê de

Em vegerin ferqa di navbera însyatîfa KNK-Rojava û herdu lihevkirinên berê (Desteya Bilind a Kurd û Lihevkirina Duhokê) de. Însyatîfa KNK’ê ne tenê partiyên Kurdî di nav xwe de dihewîne, lê belê hemû rêxistin, yekîtî, sendîqe û saziyên Kurdî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav xwe de kom dike. Her wiha ti şertên wê yên pêşîn ên ji bo yekîtiya Kurdî nîn in. Însyatîfa KNK ne ji derveyî Rojava destpê kir, di 1‘ê Çileya 2019‘an de li bajarê Qamişlo di civîna ji aliyê Însyatîfa Rêveber a Rêveberiya a KNK- Rojava ve hate lidarxistin de, dest pê kir. Civîn bi armanca nîqaşkirina rêbazên peydakirina çareseriyên ji bo yekrêziya Kurdî hate lidarxistin."

‘Serkeftinên li Rojava pêk hatine, rê ji însyatîfê re vekir‘

Endamê Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebdulkerîm Umer girêdayî mijarê anî ziman ku Rojhilata Navîn di pêvajoya guhertineke mezin re derbas dibe û wiha got: “Li ser vê yekê divê stratejiyên Kurdî di nava van guhertinan de hebin. Me gelek hevdîtinên şêwirî niştimanî pêk anîn. Hevdîtinên me yên li ser asta Kurdistanê berdewam in. Rewşa li Rojava ji deverên din ên Kurdistanê hinekî cûda ye .Gelê Kurd bi pêkhateyên din ên herêmê re serkeftinên mezin bi dest xistine. Divê destkeftî werin parastin. Li ser vî esasî me însyatîfek ji bo avakirina yekîtiya Kurd li herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pêk kir. Ji ber ku dagirkeriya Tirk car caran gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe."

Umer hişyariya derengmayîna yekîtiya Kurd da û got: "Heger yekîtiya Kurdî ji zûve hatiba avakirin, dibe ku Tirkiyê nedikarî Efrînê dagir bike û cesaret nedikir êrîşî Başûrê Kurdistanê bike. Em tu gavên pêşîn navêjin bêyî ku beriya wan bi hemû partiyên Kurdî re bi civin. Me ti amadekariyên pêşîn nekirine, lê belê me banga civîneke berfireh ji hemû partiyên Kurdî re kir. Li gorî encamên civînê me dest bi xebatên yekîtiya Kurdî kir. Di vê çarçoveyê de me komîteyek ava kir. Mîsyona komîteyê bi hemû aliyên kurdî yên Sûriyê re, partî, rêxistin, yekîtî, koordînasyonên jinan û ciwanan bêyî cûdabûn bikeve nava têkiliyan. Da ku yekîtiya Kurdî were avakirin. Komîteyê di nava 6 mehan de bê westandin xwe gihand hemû partî, rêxistinên ciwan û jinan û saziyên civaka sivîl. Lê hin partiyên Kurdî hemû lilhevkirinên berê bi partiyan re hatine çêkirin asteng kirin, hincet derdixistin û heta niha bi komîteyê re ne civiya ne.”

‘Yekîtiya Netewî xema dawî ya ENKS‘ê ye’

Di hemû daxuyaniyên rayedarên ENKS‘ê de şertê vekirina buroyên partiyên ne rûxsetkirî û serbestberdana girtiyên siyasî hebû.

Beriya ku KNK-Rojava gavekê bavêje, bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re civiya, daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî yên di girtîngehên Rêveberiya Xweser û vekirina buroyên partiyên nerûxsetkirî kir. Rêveberiya Xweser ev daxwazên pêk anîn.

Umer got: “Ji bo sedema nebeşdarbûna ENKS‘ê ya jî însyatîfa KNK‘ê me hewl da hevdîtinê bi cîgira serokê ENKS‘ê Fesla Yûsif re pêk bînin. Lê Fesla ne amadebûna xwe ji hevdîtinê re diyar kirin. Heta niha em ne civiyane da ku vê mijarê nîqaş bikin. Em wekî Kongreya Netewî ya Kurdistanê li Rojava hewldanên xwe yên ji bo tevlêkirina hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî ji însyatîfa kongreyê ya yekrêziya Kurdî bidomînin. Pêvajoya heyî pirs hestiyar e û yekrêziya Kurd pêwîste. Divê hemû beşên civaka Kurdî fişarê li partiyên Kurdî yên ku însyatîfê kongreyê direvin, bikin. Gelê Kurd ji beriya 4 salan, dema êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser kantona Kobanê bi saya fedekariya mezin yekîtiya xwe çêkirine û li bende ne ku partiyên Kurdî jî bibin yek."

Li gorî rêveberên KNK‘ê însyatîfa wan ji sedî 90 bi alaqeyeke mezin a gel, sazî û rêxistinên siyasî, sivîl û civakî hate pêşwazîkirin.

Partiyên Kurdî yên nava însyatîfa KNK-Rojava de di 18‘ê Tîrmehê de ji bo amadekariyên konferansê ku tê payîn di demên pêş de were lidarxistin de reşivîsek hazir kir.

Telal Mihemed û Ebdulkerîm Umer diyar kir ku dûrketina hin partiyan ji însyatîfê dê bandoreke neyinî li yekîtiya Kurdî bike.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din