Hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo sivikkirina barê şêniyan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe hewl dide hemû astengiyên ku rastî gelê herêmê tên, çareser bike, rewşa xizmetguzarî baş bike, kar û barê welatiyan sivik bike.

Ev demeke şêniyên bajarê Hesekê di peyakirina pêdiviyên sereke yên jiyanê de weke av, kehrebe û nan zehmetiyan dibînin. Ji ber dewleta Tirk a dagirker avê ji stasyona Elok a ku dagir kirine, ji ser bajarê Hesekê qut dike. Her wiha pirsgirêka kehrebeyê ji ber qutkirina ava Çemê Firatê, pirsgirêka kêmbûna nan û bilindbûna buhayê wê, heye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe hewl dide hemû pêwîstiyên welatiyan ji av, kehrebe û nan peyda bike. Hewl dide piştî ferzkirina Qanûna Qeyser rewşa aborî, xizmetguzarî û jiyanî ya şêniyan baş bike. Her wiha hewl dide  gelek projeyên xizmetguzarî pêk bîne da ku bandora neyînî a Qanûna Qeyser li ser şêniyan kêm bike.

Pirsgirêka ava bajarê Hesekê ne nû ye. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, piştî ku dewleta Tirk bajarê Serêkaniyê dagir kir,  bi awayekî domdar av li ser bajêr qut kir.

PROJEYÊN ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA AVÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema borî de çend projeyên mezin û stratîjîk ji aliyê siyasî ve lêkolîn kir. Ev proje ji bo xizmeta şêniyan e, da ku barê wan di vê pêvajoya heyî de sivik bike. Yek ji wan projeyan kolandina bîranên ava vexwarinê ye.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis got: “Niha rêveberî projeya kişandina avê ji çemê Firatê ber bi herêmên ku av li wan kême lêkolîn dike. Her wiha projeya çemê Dicle ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatibû destpêkirin û bidawî ne bûye.”

Telat Yûnis destnîşan kir ku av bi rêya sarîcan û bê pere li şêniyan tê belavkirin da ku vê pirsgirêkê çareser bikin, ji ber kêmbûna dînemoyn ku avê ji stasyona Elok didin her wiha kêmbûna jêderên ava vexwarinê li bajêr.

SERASTKIRINA FIRNÊN HERÊMÊ Û DAYÎNA ARD

Di demên dawîn de pirsgirêka nan careke din derket hole. Tevî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêwîstiyên firnan ji ard û mazotê dide, lê xwediyên firnan her demekê buhayê nan bilind dikin û bi bilindbûna dolar ve girêdidin.

Hevserokatiya destya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê ji bo vê pirsgirêkê çareser bike duh biryarnameyek derxist û têde buheyê nan diyar kir. Her 700 giram nan bi 500 lîreyên Sûrî dê were firton.

Rêveberiyê got: “Ev biryar ji ber rewşa li herêmê û her wiha çêkirina nanê siyahî derxist.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis diyar kir ku ji bo ev pirsgirêk dûbare nebe dê hemû firneyan sererast bikin. Her wiha miqdarê arvan ji firneyan re zêde bikin da ku miqdarê nan zêde bibe û baştir bibe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din