Hewldanên Tîma Agirkujiyê ya Zerganê

Ji ber hejmara zêde ya şewatên ku li herêmê rû didin û li gel zêdebûna hejmara endamên wan, tîma agirkujiyê ya bajarokê Zerganê sehrîceke avê kir erebeya agirkujiyê.

Gelek şewat li zeviyên çandiniyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûn. Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê piştrast kir ku şewat bi zanabûn û ji ber ku şênî bê baldarî boçikên cigareyên xwe diavêjin her derê, rû dane.

Li ser wê Beşa Agirkujiyê ya Zerganê bi koordîneya Şaredariya Gel a Zerganê tîmeke agirkujiyê ji zêdetirî 20 endaman amade kir. Endamên beşê di dirêjahiya 24 saetan de dixebitin da ku şewatan vemirînin û rêjeya ziraran kêm bikin.

Ji ber hejmara kêm a wesayîtên agirkujiyê li bajarokê Zerganê (2 erebe) endamên tîmê erebeya sehrîca avê veguherand erebeyeke agirkujiyê piştî ku hindek guhertin tê de çêkirin.

Bi destpêkirina mewsima çandiniyê re, endamên Tîma Agirkujiyê di dewreyên pêwîst re girêdayî rêbazên mudaxeleya şewatan bi tevahiya cureyên xwe derbas bûn.

Endamê rêveber ê Tîma Agirkujiyê ya Zerganê Mihemed Ibrahîm ji ajansa me re destnîşan kir ku ji şêniyan re ragihandine ku eger şewat di nav zeviyan de rû bidin, ew amade ne mudaxele bikin.

Ibrahîm destnîşan kir ku destekê didin herêmên derdorê mîna herêma Serêkaniyê, navçeya Til Temirê û bajarokê derdora wê. Ibrahîm tekez kir ku armanca wan alîkariya şêniyan e û bicihanîna erkên mirovî ye.

Dema şewat çêbe, Tîma Agirkujiyê tevî treksekê mudaxele dikin.

Di dawiyê de Ibrahîm bang li şêniyan kir ku ji vê zêdetir baldar bin û boçikên cigareyan neavêjin nêzî zeviyan û agir li ser rêyên zeviyên çandiniyê vênexin. Her wiha alîkariya tîmên agirkujiyê bikin û dema şewat rû bide, hema yekser agahiyê bidin tîmê û bi amûrên xwe alîkariya tîmê mîna trektor û sehrîcan bikin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din