Heyet Tehrîr El-Şam li Efrînê 2 zarok û 2 çete kuştin

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi ser gundekî Efrînê de girt, di encamê de 2 çete û 2 zarokên ku di hundirê malekê de bûn, kuştin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ên girêdayî çeteyên Qûteyba El-Berşa, bi ser gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de girt, di encamê de çeteyên bi navê Mihemed Nasir El-Berşa û Ehmed Abdayê kuştin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çete derbasî malekê li gund bûn û 2 zarokên ku di xew de bûn û yek ji wan temenê wî ne zêdetirî 6 salan bû, her wiha yê din jî 3 salî bû, bi guleyan kuştin.

Çavkaniyan bal kişand ser ku proseya serdegirtin û kuştinê bi demançeya bêdeng hate pêkanîn û beyî ku şer derkeve, bûyer pêk hat.

Serdegirtina komên terorîst diyar dike ku herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin li pêşiya komên terorîst vekirî ye.

(eh)

ANHA

 

 


Mijarên Din