Heyfa Erebo: Asta têkoşînê bilindtir bû û em derbasî qonaxeke nû bûn

Heyfa Erebo destnîşan kir ku bi avabûna Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re asta têkoşîna jinan bilindtir bû û derbasî qonaxeke nû bûne û got “Çi qas em yek bin û dengê me yek be, ew qas em ê bi hêztir beşdarî pêvajoya nû bibin.”

QAMIŞLO - MÛRADA KENDA – MEDYA HENAN

Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi slogana ‘Yekitiya jinên azad mîsogeriya Sûriya demokratîk e’ pêk hat.  Ji hemû pêkhateyên herêmê jin beşdarî kongreyê bûn û 17 endamên koordînasyona meclisê hatin hilbijartin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Heyfa Erebo têkildarî avakirina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dixwazin tecrubeyên jinan veguhezin Sûriyê bi giştî.

‘Pêwîstiya sîwaneke giştî hebû’

Heyfa Erabo destnîşan kir ku damezirandina kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di encama girtina nêrînên hemû jinan de pêk hat û got: “Piştî têkçûna DAIŞ’ê ji hmû aliyan de, pêvajoyeke nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Di rêxistina jinan de jî vê pêvajoyê dest pê kiriye. Li her dera Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistinên jinan hene. Şêwazên xwebirêxistinkirina me pêwîstî dît ku sîwanek bi giştî bê çêkirin. Armanc ew bû ku di bin vê sîwanê de yekitiya jinan bê avakirin. Di demekê de ku rewşa pêvajoya siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê nîqaşkirin, damezirandina kongreya Meclisa Jinan di cihê xwe de ye. Her wiha di aliyê tevlêbûna Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pevajoya pêşeroja Sûriyê û ji dîrokê re gelekî girîng e.”

Heyfa Erebo anî ziman ku dê Meclis bandoreke erênî li hemû jinên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bike û got: “Ev tecrubeyên li herêmê pêk hatine, em dixwazin veguhezin hemû Sûriyê. Hêza rêxistina jinan êdî baştir tê dîtin. Ev kongre jî encama rexistina hêza jinan e.” 

‘Yekitî dê hêza me xurttir bike’

Heyfa Erebo diyar kir ku di qadên têkoşînê de mezinbûna rexistina jinan pêşiya Meclisê vekir û got: “Di pêvajoya nû ya li Sûriyê de rola jinan dê jin diyar bikin. Çi qas em yek bin û dengê me yek be, ew qas em ê bihêztir tev li pêvajoya nû bibin. Bi dengê tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re destûra Sûriyê dê bê nîqaşkirin. Destkeftiyên ku hatine bidestxistin divê ji aliyê jinan ve bên parastin. Doz û pirsgirekên jinan yek in, divê em bi hev re têkoşînê bikin.”

Heyfa Erebo got gava damezirandina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê wateya bilindkirina asta têkoşîna jinan û ev tişt anî ziman: “Ev gav tê wateya asta têkoşîna xwe bilind kirin û derbasî qonaxa nû bûne. Yekitiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê hêza jinan xurttir bike.”

ANHA 


Mijarên Din