Heyva Sor a Kurd: 88 kesên ku bi nexweşên Covid-19 re dane û stande ketin karantînaya malê

Rêxistina Heyva Sor a Kurd got 88 kes ku piraniya wan ji Qamişloyê ne bi nexweşên Koronavîrusê re dane û stande. Her wiha rêxistinê destnîşan kir ku ew kes di karantînayan de ne û rojane rewşa wan dişopîne.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh di kongreyek çapemenî de li bajarê Qamişlo ragihadibû ku 4 kes bi Covid-19 ketine. Jê sê li Qamiloyê û yek li Hesekê ye.

Derbarê wê de Heyva Sor a Kurd li gorî daxuyaniya ku îro li ser malpera xwe ya fermî belav kiribû de, hejmara kesên ku bi nexweşên Koronavîrusê re dane û stande herî kêm 88. Li aliyekî din piştrast kir ku ew kes hate agahdarkirin ku di karantînayên male de heta 2 hefteyan bimînin.

Heyvê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku piraniya 88 kesan ji bajarê Qamişloyê ne. heta niha tu nîşaneyên nexweşiyê li ser wan diyar nebûne. Tîma Hevya Sor a Kurd jî rojane rewşa nexweşan dişopîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din