Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê bi sed hezaran şêniyên herêma Serêkaniyê û herêmên ser sînor ber bi herêmên ewle ve koçber bûn. Ji bo wê jî Rêveberiya Xweser zêdetirî 64 navend ji bo koçberan li bajarê Hesekê eyar kirin. Li rex wê jî kampa Waşokanî ya 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê ava kir.
Di kampa Waşokanî de zêdetirî 800 malbat yanî zêdetirî 4 hezar koçber di nav de 442 nexweş dimînin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûiryê û Heyva Sor a Kurd alîkarî û pêdiviyên koçberan li gel tunebûna rêxistinên navdewletî pêşkêş dikin.
Rêxistina Heyva Sor a Kurd rêxistina tekane ye ku di kampê de kar dike. Nuqteyek xwe di nav kampê de ava kir û li gorî derfetên xwe pêdiviyên tenduristî, dermankirin û derman bê pere ji koçberan re pêşkêş dike.
Nuqteya girêdayî Heyva Sor a Kurd ji iyadetên zarok, jin û hundirîn pêk tê. Tevî odeya destwerdana lezgîn a ku di dirêjahiya 24 saetan de di xizmeta koçberan de ye.
Endamê Heyva Sor a Kurd Ekrem Berko dibêje: "Di nav kampê de me toreya kanalîzasyonê bi temamî ava kir, tevî 125 serşokên çêkerî. Her wiha em zemîna kampê bi kevirên şikestî sererast dikin. Beşa alîkariyan kon, betanî, paketên xwarin û mitbaxê belav dike."
Ekrem Berko destnîşan kir ku Heyva Sor a Kurd ji 1`ê Mijdarê ve dest bi karê xwe yê di nav kampê de kiriye. Berko got: “Hejmara nexweşên ku ji hêla heyvê ve hatine dermankirin gihaşt 918 haletên nexweşiyê.”
Berko diyar kir ku Heyva Sor a Kurd niha dinirxîne nexweşxaneyek meydanî li kampê ava bike û ew li bendê ne ku cihekî diyar bikin ji bo ku dest bi kar bikin.
(şx)
ANHA