Heyva Sor a Kurd li Serêkaniyê navendeke tenduristiyê vekir

Li Serêkaniyê bi armanca pêşdebirina qada tenduristiyê û alîkariya şêniyan Heyva Sor a Kurd navendeke tenduristiyê vekir.

Li bajarê Serêkaniyê, Heyva Sor a Kurd a kevn a li kolana Kenîsan alîkariya tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş dikir, ji ber vê yekê rastî qerebalixê dihat. Lê dîsa jî ji asta nexweşiyên şêniyan re, ji ber kêmbûna beşan û kadroyên tenduristiyê nedibû bersiv.

Ji ber vê yekê da ku xizmetguzariyeke guncaw ji şêniyan re pêşkêş kirin, peydabûna beşan, derman û kadroyên tenduristiyê îro Heyva Sor a Kurd navendeke tenduristiyê ya nû bi hevkariya UPP re li taxa Ronahî ya Serêkaniyê vekir.

Navend ji 10 beşdan pêk tê ku ew jî ev in: Dermanxane ku hemû derman lê peyda dibin û xwebexş e, jin, ambulans, beşa hundirîn, zarok, xwarin, şêwirmendiyên derûnî, perwerdeya tenduristiyê û pişkinînî û beşên dermankirina laşmanyayê.

Merasîma vekirina navendê bi beşdariya bi dehan endam, rêveberên navendên tenduristiyê yên gundên kantonên Qamişlo, Hesekê û Serêkaniyê, endamên sazî, endamên navendên bajêr, partiyên siyasî yên bajêr û şandiyên biyanî hate vekirin. Navend ji aliyê diya şehîd Lûnd, Xezalê Alî ve hate vekirin.

Piştî vekirina navenda tenduristiyê beşdar li hemû beşan geriyan.

Têkildarî mijarê gerînendeya navenda tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd a bajarê Serêkaniyê Cîhan Amir axivî û armanca vekirina navendê destnîşan kir û wiha anî ziman: “Armanca vekirina navendê ew e ku alîkariya şêniyên xizan bi giştî bike û pêwîstiyên tenduristiyê pêşkêş bike.”

Cîhan Amir bal kişand ser ku ew ê bi hemû derfetên xwe hewldana vekirina navendên nû li gund û bajarokên derdorê bikin da ku alîkariya şêniyên feqîr bikin.

(eh)

ANHA 


Mijarên Din