Heyva Sor banga daxwaza xwînê kir

Heyva Sor a Kurd bang li hemû şêniyên Qamişlo, Hesekê, Amûdê û Til Temirê kir ku berê xwe bidin nexweşxaneyan da ku xwînê bidin.

Artêşa Tirk a dagirker komkujiyek derheqê sivîlên ku îro berê xwe didan bajarê Serêkaniyê pêk anî. Li gorî agahiyên destpêkê, 11 sivîl şehîd bûn di nav rojnamevan û 74 sivîlên din jî birîndar bûn.

Birîndaran rakirin nexweşxaneyên Qamişlo, Hesekê, Til Temir û Amûdê. Heyva Sor a Kurd bang li hemû gelê herêmê kir ku berê xwe bidin nexweşxaneyên bajar da ku xwînê bidin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din