Heyva Sor banga xelaskirina birîndarên di Serêkaniyê de mane kir

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîle Hemê îşaret bi vê yekê kir ku bi dehan birîndar û şehîdên sivîl di nexweşxaneya Serêkaniyê û malan de asê mane.

 Cemîle Hemê got ‘‘Me karîbû 30 birîndar û 4 şehîdan rakin, lê hîna di nexweşxaneya Serêkaniyê û malan  de şehîd û birîndar hene.‘‘

Hevseroka Heyva Sor a Kurd, der barê asta karesata mirovî ya ji ber êrîşa hovane ya artêşa dewleta Tirk a dagirker de ev tişt anî ziman: ‘‘Me serdana gelek cihan di Serêkaniyê de kir, diyar bû ku artêşa dagirkeriya Tirk bi zanebûn û bi awayekî raste rast sivîl kirin hedef.‘‘

Cemîle Hemê bang li rêxistinên mirovahiyê kir ku erka xwe yên li hemberî birîndarên ku hîna di bajarê Serêkaniyê de mane pêk bînin û korîdoreke mirovî ji bo rakirina wan vekin.

(rr)

ANHA

 


Mijarên Din