Heyva Sor: Hejmarek mezin şehîd û birîndar hîna li Serêkaniyê asê mane

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hesen diyar kir ku hîna hejmareke mezin a birîndar û şehîdan li bajarê Serêkaniyê asê mane.

Heyva Sor a Kurd, Xaça Sor a Navdewletî û Heyva Sor a Sûriyê tevî xeteriyên êrîşên dagirkeriya Tirk îro dikaribûn xwe bighînin bajarê Serêkaniyê û 30 birîndar û 4 şehîdan ji nexweşxaneyê derxînin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hesen diyar kir 3 roj in ew hemû hewldanan dikin da ku birîndar û şehîdan ji nexweşxaneya Serêkaniyê derxînin. Cemîla destnîşan kir ku tîmên wan heta niha 4 şehîd û 30 biîrndar ji nexweşxaneyê derxistin û diyar kir ku hîna hejmarek mezin a birîndaran û hin şehîd di nexweşxaneyê û malên sivîlan de asê mane.

Cemîla Hesen daxuya kirin ku cenazeyê 10 şehîdan hîna li derdora nexweşxaneyê de hebûn nikarin derxînin.

Cemîla bang li rêxistinên cîhanî yên têkildarî mafên mirovan kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku korîdorekî mirov ji bo derxistina birîndar û şehîdan were vekirin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hesen diyar kir ku Tirkiyê sûcên mezin der heqê sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne û got, di rojekê de 17 sivîl şehîd bûne û zêdeyî 75 jî birîndar bûn.

ANHA


Mijarên Din