Heyva Sor hemleya komkirina alîkariyê ji bo Rojhilat bi dawî kir

Hemleya Heyva Sor a Kurd a komkirina alîkariyê ji bo şêniyên Rojhilatê Kurdistanê ku di encama lehiyan de zirarên mezin dîtin, bi dawî bû.

Heyva Sor a Kurd şaxa herêma Firatê bi dirûşma "Bi hev re em destekê bidin gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê" ji bo şêniyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku di encama lehiyan de zirar dîtine, di 18`ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê li Qada Jina Azad a Kobanê dest bi hemleya komkirina alîkariyê kiribû.  Hemleya alîkariyê bi dawî bû.

Bi giştî 10 konên alîkariyê li herêma Firatê hatibûn vedan. 3 kon li bajarê Kobanê, konek li Romalê, yek li Cirniyê, 2 li Girê Spî, yek li Qadiriyê, yek li Eyn Îsa û yek jî li Sirînê hatin vedan.

Endamê rêveberiya Heyva  Sor a Kurd Ehmed Şêxî der barê komkirina alîkariyê de wiha got: "Gelê me yê Rojhilat bandoreke zêde li me kir. Bi qasî me karibû me alîkarî ji bo wan kom kir."

Ji ber barana zêde li Rojhilatê Kurdistanê lehî rabûn, di encamê de gelek mal û gund hilweşiyan, gelek welatî bê war man û hin welatiyan jiyana xwe ji dest da.

(şm-im)

ANHA


Mijarên Din