Heyva Sor ji bo pêşîlêgirtina nexweşiya laşmanya bang kir

Li kantona Şehbayê hejmara mirovên ku bi nexweşiya laşmanyayê ketine, gihaştiye nêzî 2 hezar kesî. Heyva Sor a Kurd diyar kir ku derman kêm in û alîkarî ji rêxistinên mirovî xwest.

Ji ber şerên demdirêj ên li kantona Şehbayê rû dabûn, nexweşiya laşmanyayê di nava gel de belav dibe. Nexweşî di nava şêniyên Efrînê de yên ku ji ber êrîşên Tirkiyê koçî Şehbayê bûne, belav dibe.

Li gorî serjimariya Heyva Sor a Kurd li gund û navçeyên Şehba û Şêrawa ya Efrînê derdora 2 hezar kes bi laşmanyayê ketine.

Li Mezraya Hilêsa 90 kes, li Hilêsa 180, Til Şeyîr 410, Til Rifet 25, Ehres 75, Kampa Berxwedan 100, Kampa Serdem 45, Fafîn 310, navenda navçeya Fafînê 750 û navçeya Şêrawa ya Efrînê 15 kes bi vê nexweşiyê ketine.

Endama Heyva Sor a Kurd Nesrîn Hisên diyar kir ku bi hatina germê re nexweşî zêde dibe, ev nexweşî zêde dibe lê dermanên laşmanyayê li beramberî hejmara nexweşan têrê nakin.

Nesrîn Hisên bang li rêxistinên mirovî kir ku erka xwe pêk bînin û dermanan pêşkêşî wan bikin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din