Heyva Sor ji bo Rojhilat li Firatê jî dest bi komkirina alîkariyê kir

Şaxê Heyva Sor a herêma Firatê ji bo ku alîkariyê bide şêniyên Rojhilat ên ku di encama lehiyan de zirar dîtin, konên alîkariyê li herêma Firatê vedan.

Heyva Sor a kantona Kobanê bi daxuyaniyekê dest bi vedana konên alîkariyê ji bo piştgiriya şêniyên Rojhilatê Kurdistanê ên ku zirarên madî ji lehiyan dîtin, kir. Konên alîkariyên ên bajarê Kobanê li Qada Jina Azad û Qada Aştiyê hatine vedan.

Daxuyaniya destpêkirina kampanyaya konên piştgiriyê ji aliyê  endama Heyva Sor a bajarê Kobanê Besma Îsa ve li Qada Jina Azad hate xwendin.

Daxuyaniya wiha ye:

“Bi sedema barana zêde û lehiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê rû dane, gelek mal û gund hilweşiyan û gelek welatî jî man bê war û bê pêdiviyên jiyanê yên sereke. Her wiha gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da û gelek gund vala bûn.

Lewre Heyva Sor a Kurd di 18-25’ê Avrêlê de bi dirûşma “Bi hev re em destekê bidin gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê” kampanyaya alîkariyê li bajarên Qamişlo, Dêrik, Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir, Hesekê, Girê Spî û Kobanê da destpêkirin.

Bi armanca alîkariya  gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, em wek Heyva Sor a Kurd bang li hemû welatî, sazî, komele, rêxistinên mirovî û şaredariyan dikin  ku ji xwişk û birayên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê re bibin alîkar û xwedî li wan derkevin.”

(sn-im)

ANHA


Mijarên Din