Heyva Sor li Kobanê dest bi hemleya aşlekirinê kir

Heyva Sor a Kurd li Kobanê bi hevkariya Desteya Tenduristiyê dest bi aşlekirina li dijî nexweşiya felcbûna zarokan kir.

Hemleya ku dê 5 rojan dewam bike, 60 kes tev lê bûne ku ji wan 40 li Kobanê û 20 li navçeya Sirînê ne. Ev hemle bi sponseriya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî pêk tê.

Tîmên ku beşdarî hemleyê bûne li hemû nuqteyên tenduristiyê yên herêma Firatê belav bûne.

Berpirsa hemleyê ya di Heyva Sor a Kurd de kar dike Selwa Mihemed diyar kir ku hemleya herî dawî pê rabûne, di sala 2018`an de bû û sedema nebirêxistinkirina hemleyan ji wê demê ve, nepeydabûna derziyan e.

Selwa Mihemed destnîşan kir ku tu eleqeya vê hemleyê bi hemleyên din ên rûtîn tune ye ku heftane pêk tînin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din