Hezar û 564 jin li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve rastî binpêkirinê hatine

Di nava 2 sal û nîvan de li herêmên artêşa Tirk dagir kirine, hezar û 564 jin rastî binpêkirinê hatin. Rêxistinên mafên mirovan û yên parastina mafên jinan li hemberî van kiryaran bê deng dimînin

Ji destpêka dewleta Tirk a dagirker herêmên wekî Carablusê, Bab, Ezaz, Idlib, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, tundiya li dijî jinan zêdetir bû û hin belgeyên kiryarên dewleta Tirk bi kiryarên çeteyên DAIŞ`yê yên li dijî jinan didan meşandin, wesif kirin.

Jinên koçber û hin çavkaniyan ji herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, êşa ku jinan li wan herêman dîtiye û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê aşkera kirin. Jinên koçber diyar dikin ku jinên li wir dijîn kêliyên jiyana xwe dijmêrin, nizanin ka çi li pêşiya wan e, gelo êriş e yan revandin e, yan jî destdirêjiya di girtîgehan de li pêş wan e.

Li herêmên dagrikirî haletên qetilkirinê, revandin û destdirêjî jinaliyê saziyên mafan ve nehatine diyarkirin, li gel vê yekê rêxistinên mirovî û nexasim rêxistinên mafên mirovan hewldanên naskirina rewşa li herêmên dagirkirî nekirin.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma ragihand ku ji destpêka dagirkirina herêma Efrînê anku ji 2018`an ve, hin binpêkirinên li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, hatine belgekirin; li kantona Efrînê 40 rewş, 128 rewşên birîndariyê, 60 sûcên destdirêjiyê û 5 kesan ji wan xwe kuşt û hezar kiryarêb revandinê.

Her wiha rêxistinê piştî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî di meha Cotmehê de hatin dagkirin û heta niha belge kir û diyar kir ku 8 haletên qetilkirinê, 48 jin bi awayên cuda birîndar bûne, 2 jin hatine qetilkirin, 4 jinên din jî rewşa wan ne diyar e û 6 haletên din ên revandin û destdirêjiyê.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ÇI DIQEWIME?

Cîhan Ehmed koçbereke Serêkaniyê ye û bûye şahida binpêkirinên artêşa Tirk. Cîhan wiha amaje bi bipêkirinan dike: "Artêşa Tirk çawa derbasî bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê bû dest bi sûcdariyan kir, mal hilweşandin, gor xerab kirin, mal û milk talan kirin,  tecawiz li jinan kirin û sivîl revandin, jixwe ev hemû li pêşberî çavên cîhanê pêk dihat."

Cîhan wiha pê de çû: "Kiryarên dewleta Tirk a dagirker ne kêmî kiryarên çeteyên DAIŞ`ê bûn, artêşa Tirk jin direvandin, hîcab ferz dikirin û ew ji xwe re dikirin cariye û jin înfaz dikirin.

‘ERKA RÊXISTINÊN JINAN PARASTINA MAFÊN JINAN E’

Endama Koodînsyona Kongreya Star a Rojava Daliya Henan der barê vê yekê de anî ziman ku binpêkirinên artêşa Tirk li herêmên dagirkirî, biçûkxistina jinan û di bin navê ola îslamê de heman binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê ne.

Daliya destnîşan kir ku li gorî çavkaniyên taybet bi wan û malperên tora civakî isbat kirin ku li herêmên hatine dagirkirin jin rastî tundiyê hatine, ji wan revandin, destdirêjî û hem ji aliyê derûnî ve û hem ji aliyê fîzîkî ve hatine îşkencekirin.

Daliya Henan bi lêv kir jinan li herêmên dagirkirî mane ji kêliyên jiyana xwe û çanenûse wendahî ditirsin, ji bo jiyînê û nexasim ji bo jinan ne ewlehî û ne jî aramî heye.

Endama Koodînsyona Kongreya Star a Rojava Daliya Henan bang li rêxistinên mafên jinan û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li civaka navneteweyî bikin da ku rê li pêşiya kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê bigire, nexasim kiryarên li dijî jin û zarokan tê meşandin, li gel vê yekê çeteyan ji herêmê derxin û koçberan vegerînin malên wan.

Têkildarî peywendiyên bi rêxistinên navneteweyî û herêmî yên guhdanê bi kar û barê jinan dikin û kiryarên artêşa Tirk aşkere bikin endama rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Jinan Necah Emîn parve kir ku piştî şewba Koronavîsurê peywendiyên bi rêxitinên jinan ên li Ewropayê re qut bûn ji ber vê yekê kar tenê li ser milê rêxistinên herêmî ma.

Necah Emîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku bi hemû derfetên xwe parastina mafên jinan dikin her wiha hewl didin ku bi hevkariya rêxitinên û platforên sivîl ên guhdanê bi mafên mirovan dikin, her wiha saziyên kar û barên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin nexasim li Sûriyê mafên jinan biparêzin û banga rakirina cezayan û dawîkirina tundiya li jinan dikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din