Hezar donim zevî li Girê Spî şewitî û agir nêzî taxên bajêr dibe

Rûberên berfireh ji zeviyên kantona Girê Spî şewitîn. Tîmên agirvemirrandinê şewata ku li nêzî taxa Eyn El-Erûs derket, vemirandin, lê şewata ku li rojhilatê bajarê Girê Spî hîna berdewam e.

Zeviyên başûr û rojhilatê taxa Eyn El-Erûs ya rojavayê bajarê Girê Spî şewitîn, beşek ji wan zeviyan hîna nehatibûn çinîn.

Her wiha agir nêzî malên şêniyan bû, ji ber wê hilberîna ku hatiye çinîn û di nav 200 çiwalan de bû şewitî.

Tîmên agirvemirandinê agir vemirand, lê şewata ku li rojhilatê bajarê Girê Spî çêbûye heta vê kêliyê jî berdewam e.

Rûbera zeviyên ku şewitîne derdora hezar donim e hinek jê hîna nehatibûn çinîn.

Tîmên agirvemirandinê bi alîkariya şêniyan hewl didin şewata ku li rojhilatê Girê Spî çêbûye vemirînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din